Sebzewar; Welatiyekî Kurd hate girtin

Murteza Keywanlû, welatiyê temen 40 salî yê Kurd û xelkê bajarê Cuxtayê yê ser bi Xurasana Rezewî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

20 February 2024 21:36


Hengaw; Sêşemî 20ê  Şibata 2024an

Murteza Keywanlû, welatiyê temen 40 salî yê Kurd û xelkê bajarê Cuxtayê yê ser bi Xurasana Rezewî ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Yekşemî 18ê Şibata 2024an, Murteza Keywanlû yê welatiyê Kurd û xelkê bajarê Cuxtayê yê ser bi Xurasana Rezewî ji aliyê hêzên Îtilaata bajarê Sebzewarê ve hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyên Hengawê, navbirî piştî girtinê ji bo cihekî nediyar hatiye veguhestin û lipeyketina malbata wî di vê derbarê de bê encam maye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên li dijî Murteza Keywanlû hatinî sepandin û herwiha çarenivîs û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin