Zana Mînberî ji endamên malbatên dadaxwaz hate girtin

Zana Mînberî yê ciwanê xelkê bajarê Sinê û xwarzayê Pêyman Mînberî ji welatiyên canjidestda

21 February 2024 10:52

 

Hengaw; Sêşemî 20ê Şibata 2024an

Zana Mînberî yê ciwanê xelkê bajarê Sinê û xwarzayê Pêyman Mînberî ji welatiyên canjidestdayên tevgera Jin Jiyan Azadî, ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 20ê Şibata 2024an, Zana Mînberî yê ciwanê 24 salî yê xelkê bajarê Sinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên îdareya Îtilaatê Zana Mînberî li taxa "Hacîava" û li cihê karê wî binçav kirine.

Hêjayî baskirinê ye ku Zana Mînberî yê xwarzayê Pêyman Mînberî ji canjidestdayên tevgera Jin Jiyan Azadî li bajarê Sinê ye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên li dijî Zana Mînberî hatinî sepandin û herwiha qeder û cihê ragirtina wî li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin