Sine; Girtin û nediyarbûna çarenivîsa Ako Mihemedniya

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Ako Mihemedniya, hefteya borî ji aliyê hêzên îd

22 February 2024 10:36

 

Hengaw; pêncşemî 22ê Şibata 2024an

Welatiyekî Kurd ê xelkê bajarê Sinê yê bi navê Ako Mihemedniya, hefteya borî ji aliyê hêzên îdareya Îtlaatê ve hatiye girtin û heya niha qedera wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Pêncşemî 15ê Şibata 2023an, Ako Mihemedniya yê 35 salî û bavê du zarokan li Sinê hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîk bi malabata Ako Mihemedniya, ev welatiyê han di halê ajotvaniyê de û dema ku li bajarê Silêmaniyê yê ser bi Herêma Kurdistanê vedigeriya li xala vekolîna "Feyzava" ya li çend kîlometreya bajarê Sinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Ako Mihemedniya piştî binçavkirinê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Komara Îslamî ya Îranê ve li Sinê, bo cihekî nediyar hatiye veguhestin û heya niha ti zanyariyek derheq sedemên girtin û tohmetên li dijî navbirî hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin