Merîwan; Dana Lenc Abadî ji aliyê saziyên ewlehî ve hate girtin

Dana Lenc Abadî, çalakvanê medenî û girtiyê siyasiyê Kurd yê berê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Î

22 February 2024 20:02

 

Hengaw; Pêncşemî 22ê Şibata 2024an

Dana Lenc Abadî, çalakvanê medenî û girtiyê siyasiyê Kurd yê berê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve careke din li bajarê Merîwanê hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Sêşemî 20ê Şibata 2024an, Dana Lenc Abadî yê çalakvanê medenî yê xelkê Merîwanê, bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî ji aliyê îdareya Îtilaata vî bajarî ve hate girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî hate veguhastin. 

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Dana Lenc Abadî roja Pêncşemî 22ê Şibata 2024an li Dadseraya Giştî û Şoreş a Merîwanê bi "propagende li dijî hikûmetê" hatiye tohmetbarkirin û biryara binçavkirina mehekê bo navbirî hatiye dayîn û bo girtîgeha îdareya Îtilaata Merîwanê hatiye vegerandin.

Hêjayê baskirinê ye ku, Dana lenc Abadî di sala 2012an de ji aliyê Dadgeha Şoreş a Merîwanê ve bi tohmeta ""propagende li dijî hikûmetê" bi salek girtîgehê û bi tohmeta "têkdana aramî û asayişa giştî" bi 8 meh girtîgeh û 50 derbên qamçiyan hatibû sizadan. Nabirî her di heman salê de hatibû girtin. Navbirî piştre bi zext û givaşên îdareya Îtilaatê ji berdewamiya xwendinê li zanîngeha Payam Nûr a Merîwanê hatibû bêparkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin