Birîndarbûna çar kolberan li ser sînorên Seqiz û Newsûdê

Fuad Karger, Fazil Melekî û Suheyb (paşnavê wî nediyar e) bi kevir û

23 February 2024 20:59

 

Hengaw; Înê 23ê Şibata 2024an

Fuad Karger, Fazil Melekî û Suheyb (paşnavê wî nediyar e) bi kevir û gulleyan ji aliyê hêzên leşkerî li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hatine birîndarkirin û Kazim Osmanî jî li ser sînorê Bestamê bi gulleyan ji aliyê hêzên leşkerî ve hatiye birîndarkirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Çarşemî 21ê Şibata 2024an, sê kolberên Kurd ên bi navên Fuad Karger yê xelkê gundê Banewer ê ser bi Pawê û rûniştiyê bajarê Ciwanroyê, Fazil Melekî û Suheyb (paşnavê wî nediyar e), bi keviran û gulleyan ji aliyê hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ve li ser sînorê Newsûdê bi dijwarî hatine birîndarkirin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, Fuad Karger ji ber dijwarbûna birînên xwe, ji bo navendeke dermanî li Pawê hatibû veguhastin û piştre bo nexweşxaneya Taliqanî li Kirmaşanê hate veguhastin û rewşa wî gelek xirab e û niha di beşa taybet a ICUyê de hatiye razandin.

Herwiha Kazim Osmanî yê temen 28 salî û xelkê Seqizê di dema kolberiyê de li ser sînorê Bestamê bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê pêyê xwe ve hatiye birîndarkirin û ji bo nexweşxaneya Şifa ya vî bajarî hatiye veguhastin û di bin çavdêriya pizîşkî de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin