Sînorê Newsûdê; Aliyê kêm 20 kolber bi teqeya rasterast a hêzên sînorî hatine birîndarkirin

Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Newsûdê k

26 February 2024 17:50

 

Hengaw; Duşemî 26ê Şibata 2024an

Hêzên Sînorî (Hengê Merzî) yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorê Newsûdê komek kolber dane ber gulleyan û herî kêm 20 kolberên xelkê bajarên Dalaho, Sewlava, Merîwan, Pawe, Ciwanro û Selasa Bawecanî hatine birîndarkirin. Herwiha van hêzane dest danîne ser kelûpelên van kolberan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Şemî 24ê Şibata 2024an, hêzên sînorî yên cihgir li ser sînorê Newsûdê yê girêdayî parêzgeha Kirmaşanê, bi çekên saçmeyî komek kolber dane ber gulleyan û aliyê kêm 20 kolber ji aliyê zik, pişt, ser, dest û lingên xwe ve hatine birîndarkirin û bo navendên dermanî yên bajarê Pawê hatine veguhestin.

Heya niha nasnameya 17 kolberên birîndar ên bi navên Mihemed Muradî, Bêhnam Xusrewî, Husên Behramî, Hesen Husênî, Tofîq Ehmedî yên xelkê Ciwanroyê, Mubîn Keremî, Mîlad Rustayî, Ferzad Rostemî û Emîr Rehmenî yên xelkê Dalahoyê, Arman Rehmanî, Mehmûd Keremî û Mêysem Emînî yên xelkê Selasa Bawecanî, Kawe û Mehdî yên xelkê Merîwanê, Fuad Feyzî û Yehya Nûrî yên xelkê Sewlavayê û Mêysem Rostemî yên xelkê Pawê ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Hengaw agehdar bûye ku hêzên sînorî ji bilî birîndarkirin û lêdan û kutana van kolberan herwisa dest danîne ser kelûpelên wan jî.


Di vî warî de zêde bixwînin