Sînorê Banê; Kuştina kolberekî ji aliyê hêzên leşkerî ve

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Seîd Ceifer Ferecî di dema kolberiyê de bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin.

27 February 2024 10:34

 

Hengaw; Sêşemî 27ê Şibata 2024an

Kolberekî Kurd yê xelkê bajarê Seqizê yê bi navê Seîd Ceifer Ferecî di dema kolberiyê de bi gulleyên rasterast ên hêzên leşkerî hate kuştin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Duşemî 26ê Şibata 2024an, Seîd Ceifer Ferecî yê xelkê gundê Dewre Qelaya Seqizê di dema kolberiyê de li ser sinorê Hengejale yê ser bi Banê bi gulleyên rasterast ên hêzên sînorî hate kuştin.

Seîd Ceifer Ferecî yê temen 42 salî xizandar û bavê du zarokan bûye û li gor gitina çavkaniyên Hengawê, termê navbirî ji bo nexweşxaneya Selahedîn Eyûbî hatiye veguhastin.

Pêka amarên tomarkirî li Nevenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2023an de li ser sînorên Banê 22 kolber hatine kuştin û 116 kolber jî hatine birîndarkirin.


Di vî warî de zêde bixwînin