Raporek li ser girtin û berdana hunermendekî Kurd li Qoçanê

Mêhran Rehîmî, hunermendê Kurd û xelkê bajarê Qoçanê yê girêdayî parêzg

27 February 2024 21:53


Hengaw; Sêşemî 27ê Şibata 2024an

Mêhran Rehîmî, hunermendê Kurd û xelkê bajarê Qoçanê yê girêdayî parêzgeha Xurasana Rezewî di heyama rojên derbasbûyî de ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve bo heyama 4 rojan hatibû binçavkirin û piştî ragihandina tohmetên ku li dijî navbiri hatibûne sepandin hate berdan.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Duşemî 21ê Şibata 2024an, hêzên îdareya Îtilaatê li Qoçanê êrîşî ser mala Mêhran Rehîmî yê hunermendê Kurd kirin û navbirî girtin û bo girtîgeha vê saziya ewlehî li bajarê "Raz û Cergilan" li parêzgeha Xurasana Bakur veguhastin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ev hunermendê Kurd piştî çar rojan ji binçavkirinê roja Pêncşemî 24ê Şibata 2024an, piştî ragihandina tohmetên ku li dijî navbirî hatinî sepandin bi awayekî demkî hate berdan. Hêzên ewlehî roja Yekşemî 18ê Şibatê jî êrîşî ser mala vî hunermenê kiribûn, lê nekarîbûn wî binçav bikin.

Hengaw agehdar bûye ku, Mêhran Rehîmî weke çendîn hunermendên din ên Kurd li Xurasanê di heyama mehên borî de çend caran ji aliyê saziyên ewlehî ve gef jê hatiye xwarin ku mafê lixwekirina cilûbergên Kurdî nîne û nabe di merasiman de bi cilûbergan Kurdî amade be.

Di van mehên dawî de, zext û givaşên saziyên ewlehî li ser hunermendên Kurd ên li bajarên Xurasana Bakur û Xurasana Rezewî zêde bûne û gef li wan xwarine ku eger cilûbergên Kurdî li xwe bikin dê dosyeyên ewlehî bo van pêk bînin û tohmetên weke “hevkarîkirin bi partiyên Kurdistanî re” bi ser van de bisepîne.


Di vî warî de zêde bixwînin