Serdeşt; Kasibkarek bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin

Kasibkarekî ciwan ê xelkê Serdeştê yê bi navê Kawan Emcedîniyan ku bavê sê zarokan e, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin.

27 February 2024 23:32

 

Hengaw; Sêşemî 27ê Şibata 2024an

Kasibkarekî ciwan ê xelkê Serdeştê yê bi navê Kawan Emcedîniyan ku bavê sê zarokan e, bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin.

Li gorî rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, sibêdeha roja Sêşemî 27ê Şibata 2024an, kaibkarekî Kurd ê bi navê  Kawan Emcedîniyan li nêzîk gundê "Sawan" ê ser bi Serdeştê bi teqeya rasterast a hêzên Spaha Pasdaran hate kuştin.

Pêka gotina çavkaniyeke agehdar, hêzên Spaha Pasdaran li pey trombêla vî kasibkarê ketibûn û bi çeka kilaşînokfê teqe li vî kasibkarê kiribûn û navbirî ji ber teqeyan hate kuştin.

Hêjayî baskirinê ye ku,  Kawan Emcedîniyan ê xelkê gundê "Gore Şêr"ê ye û xîzandar û bavê sê zarokan e.


Di vî warî de zêde bixwînin