Urmiye; Girtina Îlham Çûbdar yek ji çalakvana civaka “Keskesor” (LGBT)

Îlham Çûbdar ya çalakvana civaka “Keskesor” (LGBT) li bajarê Urmiyê ku beriya nih

29 February 2024 11:46

 

Hengaw; Pêncşemî 29ê Şibata 2024an

Îlham Çûbdar ya çalakvana civaka “Keskesor” (LGBT) li bajarê Urmiyê ku beriya niha ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi îdamê hatibû sizadan û sizayê vê ji bo girtîgehê hatibû kêmkirin hate girtin û ji bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhastin. 

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di naverasta meha Şibatê de Îlham Çûbdar ya çalakvana civaka “Keskesor” (LGBT) li bajarê Urmiyê ji bo birêvebirina sizayê sê sal girtîgehê ku bi ser de hatiye sepandin hatiye binçavkirin û ji bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhastin. 

Îlham Çûbdar ya temen 26 salî û xelka bajarê Urmiyê di dosayeke hevbeş de digel Sare (Zara) Sadiqî ku xelka Nexedeyê ye di Dadgeha Şoreş a Urmiyê de bi tohmetên “ifsad fî erzê” bi rêya “hevregezî û pêşxistina ola Xirîstiyanê û herwisa pêwendîgirtîn bi medyayên dijberî Îranê” ve bi îdamê hatibûne sizadan.

Piştre sazayê hanê ji aliyê Dîwana Bilind ve hatibû kêmkirin û navbirî di roja Duşemî 13ê Adara 2023an de bi danîna barimteyê bi awayekî demkî heta dawî qonaxên dadgehê hatibû berdan.

Hengaw agehdar bûye ku sizayê navbirî di Payîza îsal de bi sê sal girtîgehê hatibû kêmkirin û girtiya hanê hatiye girtin û niha di beşa jinan a girtîgeha Urmiyê de ye.


Di vî warî de zêde bixwînin