Sê welatiyên Kurd li bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin

Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine g

01 March 2024 11:44

 

Hengaw; Înê 1ê Adara 2024an

Sê welatiyên Kurd ên xelkê bajarê Dîwanderê ji aliyê hêzên ewlehî ve hatine girtin. Nasnameya van ciwanan bi navên Nîma Muradî, Eşkan Fereculahî û Sîna (paşnavê wî nediyar e) hatiye eşkerekirin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roa Duşemî 26ê Şibata 2024an, Nîma Muradî, Eşkan Fereculahî û Sîna (paşnavê wî nediyar e) li Dîwanderê hatine girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, ew sê welatiyane li şeqama 16 metrî ya bajarê Dîwanderê û bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatine girtin.

Nîma Muradî, Eşkan Fereculahî û Sîna (paşnavê wî nediyar e) piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatine veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyek derheq tohmetên ku li dijî van sê ciwanan hatinî sepandin li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin