Kuştin û birîndarbûna 67 kolberan di meha Şibata 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Nevenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, d

01 March 2024 11:55

 

Hengaw; Înê 1ê Adara 2024an

Pêka amarên tomarkirî li Nevenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di meha Şibata 2024an de li ser sînorên Kurdistanê 67 kolber hatine kuştin û birîndarkirin ku 85 ji sedî bi gulleyên rasterast yên hêzên leşkerî bûne, ev amare li gor meha Çileyê 17 kolber yanî 34 ji sedî zêde bûye.

Pêka vê raporê 4 kolber û kasibkar hatine kuştin û 53 kolber jî hatine birîndarkirin, herwiha di vê heyamê de herî kêm 2 kolberê nûciwan yên xelkê bajarên Bokanê û Dîwanderê li ser sînorê Banê bi gulleyên rasterast yên hêzên sînorî hatine birîndarkirin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 36 kesan li ser sînorê parêzgeha Kirmaşanê hatiye tomarkirin.
 

Sedema canjidestdan yan birîndarbûna kolberan

Gullereşandina rasterast: 57 halet (3 canjidestdayî û 54 birîndar) beranberî 85 ji sedî ji gelempera haletan.

Lêdan û kutan: 1 halet (1 birîndar) beranberî 6 ji sedî ji gelempera haletan.

Berbûn ji çiyayan ve: 4 halet (4 birîndar) beranberî 1.5 ji sedî ji gelempera haletan.

Sirûseqem: 1 halet (1 canjidestdayî) beranberî 1.5 ji sedî ji gelempera haletan.

Bûyera hatinûçûnê: 4 halet (4 birîndar) beranberî 6 ji sedî ji gelempera haletan.
 

Cudakirina kolberên hatinî kuştin û birîndarkirin pêka parêzgehan

Parêzgeha Kirmaşan: 36 halet (36 birîndar bûne).

Parêzgeha Sine: 27 halet (3 hatine kuştin û 24 birîndar bûne).

Parêzgeha Urmiye: 4 halet (1 hatiye kuştin û 3 birîndar bûne).


Di vî warî de zêde bixwînin