Du nûcwanên 17 salî li bajarên Bokan û Seqizê hatine girtin

Di rojên derbasbûyî de du nûciwanên 17 salî yên bi navên Metîn Raziyan ê xelkê baj

01 March 2024 14:35

 

Hengaw; Înê 1ê Adara 2024an

Di rojên derbasbûyî de du nûciwanên 17 salî yên bi navên Metîn Raziyan ê xelkê bajarê Seqizê û Nevîd Mistefazade yê xelkê Bokanê ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin û bo cihekî nediyar hatine veguhastin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, demjimêr 11ê şeva Sêşemî 27ê Şibata 2024an, Metîn Raziyan ê xelkê bajarê Seqizê, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve hate girtin.

Ji aliyek dinê ve, roja Pêncşemî 29ê Şibatê jî, nûciwanekî 17 salî yê gundê "Daşbend" ê ser bi Bokanê yê bi navê Nevîd Mistefazade ji aliyê hêzên îdareya Îtilaatê ve bi bê hebûna ti belgeyeke yasayî hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîkî malbata Metîn Raziyan, ev nûciwanê han di dema ku ji kiluba werzişê vedigeriya li nêzîk mala xwe ya li taxa "Salihava" ya Seqizê hatiye girtin.

Vê çavkaniyê daya zanîn ku Metîn xwenekar e û ji bilî dersxwandin û werzişkirinê, ji bo havkarîkirina malbata xwe bi neçarî bo debara jiyanê kolberî kiriye.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û tohmetên ku li dijî van du nûciwanan hatinî sepandin û herwiha çerenivîs û cihê ragirtina van li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin