Qurwe; Mardîn Gencî ji ber “rexnekirina berbijêrên hilbijartinan”ê hate girtin

Mardîn Gencî, werzişvanê Kurd ê 18 salî û xelkê bajarê Qurwê, piştî ku “rexne ji Mihemed Res

02 March 2024 00:02

 

Hengaw; Înê 1ê Adara 2024an

Mardîn Gencî, werzişvanê Kurd ê 18 salî û xelkê bajarê Qurwê, piştî ku “rexne ji Mihemed Resûl Şêxîzade kiriye”, ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ve hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, êvareya roja Pêncşemî 29ê Şibata 2024an, Mardîn Gencî, werzişvanê temen 18 salî û xelkê bajarê Qurwê ji aliyê hêzên îdareya Îtilaata Spaha Pasdaran ve di mala xwe de hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, piştî ku vî ciwanê li tora civakî ya Instagramê rexne ji Mihemed Resûl Şêxîzade yê berbijêrê meclîsa Komara Îslamî ya Îranê di bin navê nûnertiya bajarên Dêwulan û Qurwê de kiriye, hatiye girtin.

Mardîn Gencî piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hate veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek derheq şêwaza ragirtin û tendirustiya wî, li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin