Şabad; Şehab Darabî, piştî "weşandina gotarek li dijî hilbijartinan" hate girtin

Şehab Darabî yê xelkê Şabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve piştî "weşandina

02 March 2024 19:44

 

Hengaw; Şemî 2ê Adara 2024an

Şehab Darabî yê xelkê Şabadê, ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve piştî "weşandina gotarek li dijî hilbijartinan" hate girtin.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Çarşemî 28ê Şibata 2024an, Şehab Darabî yê xelkê Şabadê ji aliyê hêzên ewlehî ve hate girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke agehdar, navbirî piştî belavkirina gotarek li dijî hilbijartinên Komara Îslamî ya Îranê, hatiye girtin.

Ev welatiye ji bilî ku çalakvanê warê înfiloênsirê ye, ajotvanê trombêla barhilgir e jî û herwiha piştî binçavkirinê, rûpela wî ya Instagramê hatiye daxistin.

Şehab Darabî piştî binçavkirinê bo cihekî nediyar hatiye veguhastin û heta dema belavbûna vê nûçeyê ti zanyariyek derheq şêwaza ragirtin û tendirustiya wî, li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin