Merîwan; Berdewamiya girtin û nediyarbûna çarenivîsa Ebdulah Rehnewerd

Ebdulah Rehnewerd, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê ku ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin, heyama 20 ro

03 March 2024 13:20

 

Hengaw; Yekşemî 3ê Adara 2024an

Ebdulah Rehnewerd, welatiyê Kurd ê xelkê bajarê Merîwanê ku ji aliyê Îtilaata Spaha Pasdaran ve hatibû girtin, heyama 20 rojan e ku herwisa qedera wî nediyar e.

Pêka rapora ku gihaye bi Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, roja Şemî 10ê Şibata 2024an, Ebdulah Rehnewerd yê 48 salî û xelkê gundê "Gîlî Keran" ê ser bi Merîwanê hatiye girtin.

Li gorî gotina çavkaniyeke nêzîk malbata Ebdulah Rehnewerd, ev welatiyê han piştî binçavkirinê bo îdareya "Şehramfer" a Îtilaata Spaha Pasdaran li Sinê hatiye veguhastin.

Heta dema belavbûna vê nûçeyê, ti zanyariyeke serast derheq sedemên girtin û herwisa tohmetên ku li dijî Ebdulah Rehnewerd hatinî sepandin, li ber dest nîne.


Di vî warî de zêde bixwînin