Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Cotmeha 2024an de

04 November 2024 15:55

Hengaw; Duşemî 4ê Mijdara 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin hatine girtin û 24 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 10 haletên jinkujî û birêveçûna sizayê darvekirina 5 jin di girtîgehên cuda yên bajarên ciyawaz ên Îranê de hatine tomarkirin.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 5 jin li girtîgehên cuda yên Îranê beranberî ji %3 ji gelempera darvekirinan li meha borî hatine darvekirin. Pêka amra û belgên Hengawê di vê mehê de jinek bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û çar jin jî bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgehên Tewrêz (2 halet), Eher, Hemedan û Qizilhesara Kerecê hatiye birêveçûn ku sê kes ji wan hevwelatiyên Tirk bûne û nasnameya sê kes ji wan wiha ye:

1- Zehra Feyzî ji Tewrêzê ku li girtîgeha Tewrêzê hate darvekirin.

2- Nesteren Fîrûzî ji Tewrêzê ku li girtîgeha Tewrêzê hate darvekirin.

3- Exter Qurbanlû ji Eherê ku li girtîgeha Eherê hate darvekirin.

Nasnameya du jinên ku li girtîgehên Hemedan û Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin li ber dest nîne.

Girtina 6 jin di Cotmeha 2024an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 12 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û 2 kes ji wan çalakvanên jin ên Kurd in.

Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:

Bokan; 1- Zehra Sacedîniya 2- Melîhe Ebdulqadirî

Tehran; 3- Muteherê Gûneyî 4- Nîre Bêhbûd

Xuremava; 5- Nesrîn Şakeremî

Şîraz; 6- Kewser Dêhbanzadê

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 24 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 111 sal û 16 roj girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de herî kêm 12 çalakvanên jinên Behayî û 7 çalakvanên jinên Kurd ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Sûsen Hesenzade ji Bokanê bi 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

2- Menîje Xoşnûd ji Bokanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

3- Zehra Sacidîniya ji Bokanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

4- Mahsa Celal Bedî`î ji Reştê bi 4 sal û yek meh girtîgehê hatiye sizadan.

5- Nigîn Xademî, çalakvana Behayî ya xelka Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

6- Şana Şewqîfer, çalakvana Behayî û rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

7- Yêganê Agahî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

8- Perestû Hekîm, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

9- Mujgan Şahrizayî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

10- Yêganê Rohbexş, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

11- Arezû Sobaniyan, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

12- Nêda Bedexş, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

13- Beharê Lotfî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

14- Nêda Emadî, çalakvana Behayî ya rûniştiya Îsfehanê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

15- Wirîşe Muradî ji Sinê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

16- Pexşan Ezîzî ji Mehabadê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.

17- Nergês Mihemedî ji Zencanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

18- Mehbobe Rizayî ji Tehranê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

19- Perwîş Muslimî ji Tehranê bi 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

20- Zehra Rizayî ji Tehranê bi salek û 2 meh girtîgehê hatiye sizadan.

21- Niyûşa Bedî`î Sabit ji Babolê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

22- Sûzan Eyd Mihemedzadigan a ji Babolê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.

23- Melîhe Ebdulqadirî ji Bokanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

24- Sûlmaz Hesenzadê ji Bokanê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 10 haletên jinkujiyê di Cotmeha 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Cotmeha 2024an de, aliyê kêm 10 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina 9 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî wan ve wekî hevjînê bûye.

Pêka vê raporê, 7 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 2 jin ji aliyê kesên nêzîkê xwe ve û jinek jî bi destê kesên nenaskirî hatine kuştin.

Ji gelempera 10 haletên jinkujiyê, 2 halet bi hênceta parastina namûsê bûne û sedema kuştina 7 kes ji wan jinan bi pirsgirêka malbatî hatiye ragihandin. Herwisa jinek ji aliyê kesekî ve ku qesta destdirêjiyê bo ser wê hebûye, hatiye kuştin.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Loristanê: 2 halet

Parêzgehên Hormozgan, Tehran, Sîstan û Belûçistan, Gulistan, Mazenderan, Xurasana Rezewî, Hemedan û Erdebîl: Her yek ji wan haletek jinkujî

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike, û ev yeka jî dibe sedem ku kuştina jinan hêsantir û bê nirxtir be.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin