Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Cotmeha 2025an de
Hengaw; Înê 7ê Mijdara 2025an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Cotmeha 2025an de, aliyê kêm 19 çalakvanên jin hatine girtin û 8 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 9 haletên jinkujî û 8 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Cotmeha 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 8 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn. Herî kêm 6 jin bi tohmeta kuştina bi qest û 2 jin jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:
1- Zeyneb Xudabendê li girtîgeha navendî ya Îsfahanê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hate darvekirin.
2- Nahîd Himetî ji Nehawendê li girtîgeha navendî ya Nehawendê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hate darvekirin.
3- Kafiye Qubadzade ji Îsfahanê li girtîgeha navendî ya Şîrazê bi tohmeta kuştina bi qest hate darvekirin.
4- Seîde Xudadadî ji Îsfahanê li girtîgeha navendî ya Îsfahanê bi tohmeta kuştina bi qest hate darvekirin.
5- Nergis Ehmedî ji Qumê bi tohmeta kuştina bi qest hate darvekirin.
6- Mehbûbe Celalî ji Rûdserê li girtîgehanNavendî ya Reştê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hate darvekirin.
7- Mîtra Zemanî ji Xuremavayê bi tohmeta kuştina bi qest hate darvekirin.
8- Ketayûn Şemsî ji Meşhedê li girtîgeha navendî ya Meşhedê bi tohmeta kuştina bi qest hate darvekirin.
Girtina 19 çalakvanên jin di Cotmeha 2025an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Cotmeha 2025an de, aliyê kêm 19 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 22 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye.
Herî kêm 12 jinên Behayî û 4 jinên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:
Hemedan: 1- Noda Mohêbî 2- Ferîde Eyûbî 3- Zerîndoxt Ehedzade 4- Jale Rizayî 5- Atife Zahidî 6- Nûra Eyûbî
Şîraz: 7- Kewser Dêhbanzade 8- Nîgar Mîsaqiyan 9- Roya Sabt
Mehabad: 10- Gizing Qazî 11- Sîrwan Şawile
Kamêran: 12- Nûşîn Rizayî 13- Zîlan Kemanger
Urmiye: 14- Jinûs Mihemednijad
Babol: 15- Soniya Tewdîqî
Tehran: 16- Hingame Şerîfî
Reşt: 17- Zehra Şehbazî Teberî
Simnan: 18- Ermexan Înayetî
Yasûc: 19- Sitare Zerxamî
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Cotmeha 2025an de, aliyê kêm 2 çalakvanên jin bi navên Nesîme Îslamzehî û Şehbaz Teberî bi darvekirinê hatine sizadan û 6 çalakvanên jinan ji wan sê hevwelatiyên bîhanî li ser hev bi 62 sal girtîgehê hatine sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Nesîme Îslamzehî ji çalakvana olî ya Belû bi darvekirinê hatiye sizadan.
2- Îlham Salihî ji Şîrazê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.
3- Nahîd Bêhrûzî ji Kerecê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4- Sîsiyel Kêlêr ji hevwelatiya Feransê bi 31 sal girtîgehê hatiye sizadan.
5- Zehra Şehbaz Teberî, çalakvana Gîlek ya Reştê bi darvekirinê hatiye sizadan.
6- Rûcdan Seidûn, welatiya Kurd a Bakurê Kurdistanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
6- Rojdan Seidûn, welatiya Kurd a Bakurê Kurdistanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
7- Sefiye Torsû, welatiya Kurd a Bakurê Kurdistanê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
8- Ferûx Xusrewî ji Bêhbehanê bi 15 sal girtîgehê hate sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 9 haletên jinkujiyê di Cotmeha 2025an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Cotmeha 2025an de, aliyê kêm 9 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.
Pêka vê raporê, 4 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û 5 jin jî, ji aliyê bav, bavê hevjîn, cîran û hevjînê xwîşka xwe ve hatine kuştin.
Ji gelempera 9 haletên jinkujiyê, herî kêm 2 jin ji ber hênceta namûsê hatina kuştin. Herwisa 4 jin ji ber pirsgirêkên malbatî, jinek ji ber daxwazkirina cudabûnê, jinek ji ber redkirina daxwaziya zewacê û jinek jî bi sedemên nexuya hatine kuştin.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgeha Tehran: 3 halet
Parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Xurasana Rezewî: Her yek 2 halet
Parêzgehên Hemedan û Sine: Her yek 1 halet
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.