Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di meha Gulana 2025an de

04 June 2025 21:52

Hengaw; Çarşemî 4ê Hezîrana 2025an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm 9 çalakvanên jin hatine girtin û 7 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 23 haletên jinkujî û 5 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di Gulana 2025an de aliyê kêm sizayê darvekirina 5 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn ku du kes ji wan bi tohmeta madên hişber û sê jin jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:

1- Saxer (paşnavê wê nediyar e) ji Kemalşehra Kerecê, bi tohmeta kuştina bi zanebûn li girtîgeha Qizilhesarê hate darvekirin.

2- Merziye Îsmayîlî ji Ebherê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Qezwînê hate darvekirin.

3- Hebûbe Xusrewnijad ji Gorganê bi tohmeta kuştina bi zanebûn li girtîgeha navendî ya Gorganê hate darvekirin.

4- Mehtab Emîrî ji Şîrazê bi tohmeta kuştina bi zanebûn li girtîgeha navendî ya Şîrazê hate darvekirin.

5- Sitare Tahirlû ji Damxanê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Damxanê hate darvekirin.

Girtina 9 jin di Gulana 2025an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm 9 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 7 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye:

Herî kêm 5 jin ji jinên hatinî girtin ji çalakvanên Kurd û 3 jin jî, ji çalakvanên Behayî bûne ku navê wan wiha ye:

Tehran: 1- Şeyda Rûhanî 2- Şîla Tewekolî 3- Şîde Tewekolî

Urmiye: 4- Reina Xoran 5- Rojan Xoran

Kirmaşan: 6- Mehsa Zari`î

Bokan: 7- Befrîn Meirûfî

Bane: 8- Ferzane Reşîdî

Îsfehan: 9- Fehîme Sultanî

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm 7 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 29 sal û 4 meh û 4 roj girtîgehê hatine sizadan. Herî kêm 4 jinên Behayî, jineke Kurd û jineke Gîlek di nava girtiyan de ne ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Meriyem Kerîmî ji Reştê bi 2 sal û 7 meh girtîgehê hatiye sizadan.

2- Dîdar Ehmedî ji Refsencanê bi 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.

3- Elêna Neyîmî ji Refsencanê bi 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.

4- Buşerî Mistefewî ji Refsencanê bi 4 meh girtîgehê hatiye sizadan.

5- Befrîn Meirûfî ji Bokanê bi 4 meh û 4 roj girtîgehê hatiye sizadan.

6- Roya Sabt ji Şîrazê bi 25 sal girtîgehê hatiye sizadan.

7- Mehşîd Gewherî ji Meşhedê bi 9 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 23 haletên jinkujiyê di Gulana 2025an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Gulana 2025an de, aliyê kêm 23 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 15 jin ji aliyê hevjînê xwe ve û 5 jin ji aliyê xizmên xwe ve hatine kuştin û zanyariyek hûr li ser bikujê sê jinan jî ber dest nîne.

Ji gelempera 23 haletên jinkujiyê, herî kêm 3 jin ji ber hêncetên namûsî hatina kuştin. Herwisa herî kêm 11 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatine kuştin û 5 jin jî bi sedema daxwaza cudabûn ji hevjîn, jinek ji ber redkirina daxwaza zewacê û jinek jî bi sedema diziyê hatine kuştin û ji sedema kuştina du jinên dinê jî ti zanyariyek ber dest nîne.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Kirmaşan: 5 halet

Parêzgehên Tehran û Xurasana Rezewî: Her yek 4 halet

Parêzgeha Fars: 3 halet

Parêzgeha Simnan: 2 halet

Parêzgehên Gulistan, Mazenderan, Kirman, Tewrêz û Urmiye: Her yek 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin