Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di meha Hezîrana 2025an de

06 July 2025 21:55

Hengaw; Yekşemî 6ê Tîrmeha 2025an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm 12 çalakvanên jin hatine girtin û 14 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 11 haletên jinkujî û 2 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 2 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn ku yek ji wan bi tohmeta ewlehî û endama girûpên tundajo yên Îslamî û yek dinê jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:

1- Hefîze Belûçzehî ya xelka Serawanê bi tohmeta endam û hevkarîkirin bi girûpên tundajo yên Îslamî re li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hate darvekirin.

2- Tel`et Sebzî ya xelka bajarê Qumê bi tohemta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Qumê hate darvekirin.

Girtina 12 jin di Hezîrana 2025an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm 12 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 7 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye.

Herî kêm 3 jin ji jinên hatinî girtin ji çalakvanên Behayî û 2 jin jî, ji çalakvanên Kurd bûne ku navê wan wiha ye:

Tehran: 1- Gilare Ebasî 2- Motehere Gûneyî 3- Dunya Husênî (ji Ehwazê)

Qaimşehr: 4- Nazenîn Abidînî 5- Rakêul Etayan

Sebzewar: 6- Me`isûme Şehnewaz 7- Fatime Nûradî

Seqiz: 8- Jîla Teşekorî

Dêluran: 9- Ekrem Sebzî

Bîrcend: 10- Seba Mihemedî

Kirman: 11- Bêhnaz Mehcûbî

Şîraz: 12: Nigîn Emînzade

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm 14 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 47 sal û 8 meh girtîgehê hatine sizadan. Herî kêm 11 jinên Behayî di nava girtiyan de ne ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Zeyna Fireydûniyan ji Qurwe bi 4 sal û mehek girtîgehê hatiye sizadan.

2- Nida Mohebî ji Hemedanê bi 7 sal û 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.

3- Ferîde Eyûbî ji Hemedanê bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

4- Zerîndoxt Ehedzade ji Hemedanê bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

5- Jale Rizayî ji Hemedanê bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

6- Atife Zahidî ji Hemedanê bi 6 sal û 3 meh cezayê girtîgehê wergi girtîgehê hatiye sizadan rtiye.

7- Nûra Eyûbî ji Hemedanê bi 6 sal û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

8- Nexme Mîrza Aqa ji Kerecê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

9- Mîhen Seadetmend ji Kerecê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

10- Mehşîd Sifîdî ji Kerecê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

11- Semêr Mesûdî ji Kerecê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

12- Mûna Zekayî ji Kerecê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

13- Soheyla Mutayî ji Dêwulanê bi 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

14- Êlham Moîn ji Tehranê bi 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 11 haletên jinkujiyê di Hezîrana 2025an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Hezîrana 2025an de, aliyê kêm 11 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 6 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û zanyariyek serast ji nasnameya 5 bikujên dinê ber dest nîne.

Ji gelempera 11 haletên jinkujiyê, herî kêm 1 jin ji ber hêncetên namûsî hatiya kuştin. Herwisa herî kêm 5 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatine kuştin û 2 jin bi sedema diziyê hatine kuştin û ji sedema kuştina 3 jinên dinê jî ti zanyariyek ber dest nîne.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Tehran: 5 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 halet

Parêzgehên Xurasana Bakur, Elborz, Îlam û Mazenderan: Her yek 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin