Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Tîrmeha 2025an de

08 August 2025 14:04

Hengaw; Înê 8ê Tebaxa 2025an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 17 çalakvanên jin hatine girtin û 6 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 14 haletên jinkujî û 3 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 3 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn. Du jin ji wan jinan bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û jinek jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:

1- Atife Emînî ya xelka bajarê Yezdê bi tohemta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Yezdê hate darvekirin.

2- Nahîd Cewkar ya xelka bajarê Şîrazê bi tohemta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Şîrazê hate darvekirin.

3- Mehtab Beyatî ya xelka bajarê Meşhedê bi tohemta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Meşhedê hate darvekirin.

Girtina 17 jin di Tîrmeha 2025an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 17 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 11.5 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye.

Herî kêm 6 jin ji jinên hatinî girtin ji çalakvanên Kurd û 2 jin ji çalakvanên Behayî û 2 jin jî, ji hevwelatiyên bîhanî bûne ku navê wan wiha ye:

Şîraz: 1- Nigîn Emînzade 2- Ermexan Emînî

Tehran: 3- Nida Karîger 4- Mîna Meşhedî Mehdî

Îsfehan: 5- Efrûz Kiyanî Êrsî

Qaimşehr: 6- Rakêul Etayan

Bokan: 7- Melek Ferecbeygî

Taybad: 8- Sara Gewherî

Bucnûrd: 9- Kejal Salihî

Şîrwan: 10- Eizem Nasirî

Kamêran: 11- Rûnak Deştî

Yasûc: 12- Mehsa Şefi`î

Reşt: 13- Rozîta Recayî

Mehabad: 14- Kilara Resûlî

Birûcêrd: 15- Leyla Sarêmî

Bêhbehan: 16- Ferûx Xusrewî

Kirman: 17- “Lindsay Forman”

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 7 sal û 2 meh girtîgehê hatine sizadan. Herî kêm 5 mamosteyên xelkê Kirmanê di nava girtiyan de ne ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Firîşte Sûrî ya xelka Nehawendê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

2- Fatime Yezdanî ya xelka Kirmanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

3- Mîtra Nîkpûr ya xelka Kirmanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

4- Zehra Ezîzî ya xelka Kirmanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

5- Leyla Efşar ya xelka Kirmanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

6- Şehnaz Rizayî Şerîfabadî ya xelka Kirmanê bi 10 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 14 haletên jinkujiyê di Tîrmeha 2025an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tîrmeha 2025an de, aliyê kêm 14 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 3 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û 2 jin jî, ji aliyê hevjînên xwe yên berê ve hatine kuştin. 2 jin ji aliyê hevjînê xwîşka xwe ve, 3 ji bi destê birayê xwe, 2 jin bi destê hevalê xwe yê kur û jinek jî bi destê mamê xwe hatine kuştin. Herwisa zanyariyek serast ji bikujên dinê ber dest nîne.

Ji gelempera 14 haletên jinkujiyê, herî kêm 4 jin ji ber hêncetên namûsî hatina kuştin. Herwisa herî kêm 5 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatine kuştin û 3 jin bi sedema redkirina daxwaza zewacê û ji sedema kuştina 2 jinên dinê jî ti zanyariyek ber dest nîne.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgehên Hozmozgan, Îlam û Loristan: Her yek 2 halet

Parêzgehên Xurasana Rezewî, Kirman, Kirmaşan, Fars, Tehran û Urmiye: Her yek 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin