Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di meha Tebaxa 2025an de

Hengaw; Înê 5ê Îlona 2025an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Tebaxa 2025an de, aliyê kêm 7 çalakvanên jin hatine girtin û 5 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 17 haletên jinkujî û 5 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Tebaxa 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 5 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn. Jinek ji wan jinan bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber û çar jin jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:
1- Sudabe Qasimzade ji Îsfehanê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hatiye darvekirin.
2- Emhesa Ekberî ji Şîrazê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Şîrazê hatiye darvekirin.
3- Banû Muqedem ji Ebherê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Ebherê hatiye darvekirin.
4- Melîhe Heqî ji Tewrêzê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hatiye darvekirin.
5- Mîtra Yasemenî ji Îlamê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Şîrazê hatiye darvekirin.
Girtina 7 jin di Tebaxa 2025an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Tebaxa 2025an de, aliyê kêm 7 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 8.5 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye.
Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:
Tehran: 1- Êlham Salihî 2- Fatime Ziyayî 3- Mercan Erdeşîrzade
Bendar Enzelî: 4- Seher Sultanî
Merîwan: 5- Jîno Kerîmî
Sebzewar: 6- Tahire Kelate Seyferî
Reşt: 7- Şehrzad Şerbiyanî
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tebaxa 2025an de, aliyê kêm 5 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 7 sal û 9 meh girtîgehê hatine sizadan. Herî kêm 3 çalakvanên jinên Gîlek di nava girtiyan de ne ku ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Hestî Emîrî ji Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2- Nîna Gulistanî ji Reştê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.
3- Rozîta Recayî ji Reştê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.
4- Motehera Guneyî ji Tehranê bi salek û 9 meh girtîgehê hatiye sizadan
5- Tîna Dilcû ji Reştê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 17 haletên jinkujiyê di Tebaxa 2025an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Tebaxa 2025an de, aliyê kêm 17 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.
Pêka vê raporê, 6 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û 2 jin jî, ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin. 2 jin ji aliyê hevjînê xwîşka xwe ve, jinek bi destê kur xaleta xwe, jinek bi destê mêrê xaleta xwe û jinek jî bi destê xwazbêniyê xwe hatine kuştin. Herwisa zanyariyek serast ji bikujên 4 jinan ber dest nîne.
Ji gelempera 17 haletên jinkujiyê, herî kêm 10 jin ji ber ji ber pirsgirêkên malbatî hatina kuştin. Herwisa jine ji ber redkirina daxwaza zewacê hatiye kuştin û 3 jin bi hênceta diziyê hatine kuştin û ji sedema kuştina 3 jinên dinê jî ti zanyariyek ber dest nîne.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgeha Mazenderan: 9 halet
Parêzgeha Tehran: 3 halet
Parêzgehên Xurasana Rezewî û Loristan: Her yek 2 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 1 halet
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.