Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di meha Îlona 2025an de

Hengaw; Çarşemî 8ê Cotmeha 2025an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Îlona 2025an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin hatine girtin û 2 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 12 haletên jinkujî û 6 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Îlona 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 6 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn. Herî kêm 5 Jin bi tohmeta kuştina bi qest û jinek jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:
1- Gewher Tahirî Eqdem ji Zencanê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Zencanê hatiye darvekirin.
2- Zehra Fetûhî ji Tewrêzê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hatiye darvekirin.
3- Mehnaz Dêhqanî ji Şîrazê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Şîrazê hatiye darvekirin.
4- Ceyran Tahirî ji Îsfehanê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hatiye darvekirin.
5- Hedîqe Abadî ji Efxanistanê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Qezwînê hatiye darvekirin.
6- Jinek ku nasnameya wê di halê vekolînê de ye bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Sebzewarê hatiye darvekirin.
Girtina 6 çalakvanên jin di Îlona 2025an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Îlona 2025an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 7 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye.
Herî kêm 3ê jinên Gîlek û du jinên Kurd hatine girtin ku Nasnameya wan wiha ye:
Reşt: 1- Şadî Felahetî 2- Tahîre Pûrîsmaîlî 3- Meisume Pûrşehranî
Sine: 4- Nehye Rehîmî 5- Direxşan Rehîmî
Şîraz: 6- Miryem Dilbarî
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Îlona 2025an de, aliyê kêm 2 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 6 sal girtîgehê hatine sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Reina Kûrkûr ji Îzê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.
2- Perya Merendîz ji Tehranê bi sê sal girtîgehê hatiye sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 12 haletên jinkujiyê di Îlona 2025an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Îlona 2025an de, aliyê kêm 12 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.
Pêka vê raporê, 5 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û 4 jin jî, ji aliyê bavê xwe ve hatine kuştin. 2 jin ji aliyê hevjînê xwîşka xwe ve, jinek bi destê kur metê xwe û jinek jî bi destê hevjînê xwe yê berê û ji jinek jî, ji aliyê mamê xwe ve hatine kuştin.
Ji gelempera 12 haletên jinkujiyê, herî kêm 8 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatina kuştin. Herwisa 4 jin jî bi hênceta namûsê hatine kuştin.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgeha Azerbaycana Rojhilat: 3 halet
Parêzgehên Xûzistan û Tehran: Her yek 2 halet
Parêzgehên Xurasana Rezewî, Sine, Gîlan, Urmiye û Fars: Her yek 1 halet
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.