Rapora mehane ya Hengawê derheq binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Mijdara 2025an de
Hengaw; Yekşemî 7ê Kanûna 2025an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Mijdara 2025an de, herî kêm 22 çalakvanên jin hatine girtin û 5 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di vê mehê de aliyê kêm 20 haletên jinkujî û 5 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Mijdara 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 5 jinan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn. Herî kêm 2 jin bi tohmeta kuştina bi qest û 3 jin jî bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber hatibûne darvekirin û nasnameya wan wiha ye:
1- Zehra Mîrxefarî ji Heştrûdê, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Tewrêzê hate darvekirin.
2- Şûket Weysî ji Damxanê, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Damxanê hate darvekirin.
3- Qumrî Ebaszade ji Sarî, bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Sariyê hate darvekirin.
4- Mehîn Rehîmî ji Meşhedê, bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Meşhedê hate darvekirin.
5- Mîna Sedûqî ji Kerecê, bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Şîrazê hate darvekirin.
Girtina 22 çalakvanên jin di Mijdara 2025an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Mijdara 2025an de, aliyê kêm 22 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 19 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye.
Herî kêm 8 jinên Behayî û 2 jinên Kurd hatine girtin ku nasnameya wan wiha ye:
Tehran: 1- Mehsa Esedulahnijad 2- Şîrîn Kerîmî 3- Haniye Şerîetî Rûdpoştî 4- Aferîn Mohacêr 5- Periya Merendîz 6- Sitare Pesiyanî 7- Seher Dewletşahî
Kerec: 8- Mona Zekayî 9- Nexme Mîrza Axa 10- Mehîn Seadetmend 11- Mehşîd Sifîdî 12- Semer Mesûdî
Şahîn Şar: 13- Meriyem Ebasî Nîkû 14- Bîta Şefî`î
Şîraz: 15- Leyla Edaletî 16- Mîlan Xaceyî
Ehwaz: 17- Meriyem Zobeydî
Kamêran: 18- Şeyda Ezîzî
Mane û Semelqan: 19- Esmer Hemîdî
Sebzewar: 20- Şikoh Sedîdî
Nûr: 21- Soheyla Bîkdêlû
Gurgan: 22- Azade Yeqînî
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Mijdara 2025an de, aliyê kêm 5 çalakvanên jin li ser hev bi 13 sal û 3 meh û 1 roj girtîgehê hatine sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Mehnûş Rizayî ji Şîrazê bi 9 sal girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.
2- Zeyneb Mûsewî ji Tehranê bi 9 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.
3- Şeyda Ezîzî ji Kamêranê bi 3 sal girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.
4- Nîrvana Torbetînijad ji Gurganê bi 6 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.
5- Fayîze Hesenzade ji Kaşanê bi 3 meh û 1 roj sal girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 20 haletên jinkujiyê di Mijdara 2025an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Mijdara 2025an de, aliyê kêm 20 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.
Pêka vê raporê, 7 jin ji aliyê hevjînên xwe ve û 2 jin ji aliyê birayê xwe ve, 2 jin bi destê kurê xwe, 2 jin bi destê zawa, 2 jin bi destê hevjînê xwîşkên xwe û jinek bi destê xesûya xwe hatine kuştin û herwisa şêwaza 4 ji kujeran bi qurbaniyan re jî nediyar bûye.
Ji gelempera 20 haletên jinkujiyê, herî kêm haleteke jinkujiyê ji ber hênceta namûsê hatiye tomarkirin. Herwisa 13 jin ji ber pirsgirêkên malbatî, jinek ji ber daxwazkirina cudabûnê, 2 jin ji ber redkirina daxwaziya zewacê û 4 jin jî bi hênceta dizî û madiyê hatine kuştin.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgeha Urmiye: 6 halet
Parêzgehên Sîstan û Belûçistan û Tehran: Her yek 3 halet
Parêzgehên Kirman û Gîlan: Her yek 2 halet
Parêzgehên Tewrêz, Hormozgan, Yezd û Fars: Her yek 1 halet
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.