Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Adara 2025an de

02 April 2025 22:28

Hengaw; Çarşemî 2ê Nîsana 2025an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Adara 2025an de, aliyê kêm 17 çalakvanên jin hatine girtin û 6 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 8 haletên jinkujî û 4 haletên darvekirina jinan di bajarên ciyawaz ên Îranê de hatine tomarkirin.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di Adara 2025an de aliyê kêm sizayê darvekirina 4 jin li girtîgehên cuda ên Îranê hatiye birêveçûn ku sê kes ji wan bi tohmeta kuştina bi qest û jinek jî bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:

1- Asiye Qewîçêşm ji Meşhedê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Meşhedê hate darvekirin.

2- Nesrîn Baranî ji Îsfehanê bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate darvekirin.

3- Mojgan Azerpîşe ji Urmiye bi tohmeta kuştina bi qest di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate darvekirin.

4- Jineke din jî ya bi navê Kewser Baqirnizad ji bajarê Bonabê bi tohmeta kuştina bi qest di girtîgeha navendî ya Urmiyê de hate darvekirin.

Girtina 17 jin di Adara 2025an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Adara 2025an de, aliyê kêm 17 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 13.5 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye:

Herî kêm 9 jinên hatinî girtin beranberî 53 ji sedî ji gelempera girtiyan di vê medê de çalakvanên jin ên Kurd bûne ku nasnameya wan wiha ye:

Sine; 1- Leyla Paşayî (xelka Seqizê) 2- Baran Seidî 3- Soma Mihemedrizayî 4- Şîno Mihemedî

Tehran; 5- Sidîqe Nûrbala 6- Fatimê Ateşî Xiyawî (xelka Erdebîlê) 7- Merziye Xeferîzade 8- Leyla Qulîxanî Gence

Urmiye: 9- Rojbîn Efsûn 10- Evîn Ehmedî 11- Sariya Ehmedî

Tewrêz: 12- Sîma Elîpûr

Dêhdeşt; 13- Mêhrêgan Namawer

Dewulan: 14- Soheyla Muta`î

Reşt: 15- Nîna Gulistanî

Serdeşt: 16- Arezû Celîlzade

Simnan: 17- Enîsa Fenayiyan

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Adara 2025an de, aliyê kêm 6 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 19 sal û 11 meh û 8 rojan bi girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Nergis Nesrî ji Tehranê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

2- Firişte Sorî ji Nehawendê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

3- Mandana Sadiqî ji Abadanê bi 4 sal û 2 meh û 7 roj girtîgehê hatiye sizadan.

4- Ferzane Yahya Abadî ji Abadanê bi 3 meh û rojek girtîgehê hatiye sizadan.

5- Hemîde Zari`î ji bajarê Reştê bi salek û 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

6- Kubra Tahirxanî ji Qezwînê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 8 haletên jinkujiyê di Adara 2025an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Adara 2025an de, aliyê kêm 8 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 3 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 5 jin ji aliyê dezgîran, dezgîranê keç, kur û bira û mêrê xaleta xwe ve hatine kuştin.

Ji gelempera 8 haletên jinkujiyê, herî kêm 5 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatina kuştin. Herwisa 2 jin bi hênceta redkirina daxwaza zewacê û jinek jî bi sedemek nexuya hatine kuştin.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgehên Îsfehan: 3 halet

Parêzgehên Elborz, Urmiye, Tehran, Xûzistan, Sîstan û Belûçistan: Her yek 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin