25ê Mijdarê; Rengvedana zencîreyî ji tundûtîjiya hikûmetî, civakî û malbatî li Îranê
Hengaw; Duşemî 25ê Mijdara 2024an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, ji destpêka sala 2024an ve heta îro (25ê Mijdarê), herî kêm 174 jinkujî, girtina 128 jin, birêveçûna sizayê darvekirina 24 jin, derçûna sizayê darvekirinê bo 3 çalakvanên jin û herwisa derçûna sizayê girtîgehê bo 123 çalakvanên jinan li Îranê hatiye tomarkirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê li ser wê baweriyê ye ku tundûtîjiya li dijî jinan li Îranê, di bin desthilatdariyekê de ku apartayda zayendî wekî siyasetek fermî pêk tîne, gihiştiye xala krîzî. Ev rewşe di halekê de ye ku Îran hîna li rêza herî xwarê ye pîvera cîhanî ya cudahiya zayendî de ye. Piştî tevgera “Jin, Jiyan, Azadî”, jinên Îranê rastî serkutên dijwartir û sepandina yasayên wekî “hîcab û efaf”ê hatine. Komara Îslamî ne tenê sînordarî li hember wan zêde kiriye, belkî bi destpêkirina pilanên wek “klînîkên dermanî yên bêhîcabiyê” hewl dide kontrolkirina îdeolojîk û serkutkirina sîstematîk hîn zêdetir berfireh bike.
Rehendên tundûtîjiya li dijî jinan li Îranê û pêwendiya wan
1- Tundûtîjiya hikûmetî: Serkuta pêkhatî û sîstematîk
Tundûtîjiya hikûmetî li Îranê, bingeha tundûtîjiyên din ên li dijî jinan e. Ev cure tundûtîjiyane pêk tên ji serkut, bê mafî, propagendeyên îdeolojîk û sepandina sizayên giran. Ji destpêka sala 2024an ve heta niha, Komara Îslamî ya Îranê bo 123 jinan sizayê girtîgehê û 24 jinan jî sizayê darvekirinê sepandiye. Sê jin ji bilî girtîgehê bi lêdana qamçiyan hatine sizadan û 128 çalakvanên jin jî, ji aliyê saziyên ewlehî ve hatine girtin.
Cudakirina zayendî li dibistanan û serkuta jinan di qadên civakî de ji aliyê siyasetên wekî hicaba bi zorê ve, bûye sedema berhemanîna tundûtîjiya derûnî û fizîkî ya berfireh. Ev meşe canê keçên mîna Arezû Xawerî û Dunya Ferhadî girtiye û bûye sedem ku tevgera jinan rûbirûyê zextên berfireh bê.
2- Tundûtîjiya civakî: Kûrbûna cudakarî li civaka mêrsalarî
Tundûtîjiya civakî li Îranê, ji ber bandora siyasetên hikûmetî, di çarçêveya destdirêjiyên zeyendî, aborî û civakî de li dijî jinan berfireh bûye. Tevî ku tenê ji %18 a jinan xwedan kar in, lê siyasetên pêkhatî, wan di rewşa pêwendîdarî ya aborî û lawaziya zêdetir de dihêle. Ev tundûtîjiyane ku ji ber nebûna piştgiriya yasayî û rêkxistinî hatiye berfirehbûn, zemîneyek ji bo zêdebûna tundûtîjiya malbatî û civakî pêk aniye.
3- Tundûtîjiya nav malê: Paşhata “asayîbûyiya” sîstem di sîstema apartayda zeyendî de
Tundûtîjiya nav malê ji wan lêdan û kutan, destdirêjiya zeyendî, kuştinên namûsî û jinkujî, li hemû cîhanê û bi taybetî li Îranê, tundtirîn nîşaneya tundûtîjiya li dijî jinan e. Ev cure tundûtîjiye ne tenê di bin siya nebûna yasaya parastinê de, belkî ji ber propagendaya hikûmetî ya li dijî jinan zêde bûye.
Saziya Hengawê ji destpêka sala 2024an ve, 174 haletên jinkujiyê li Îranê tomar kiriye. Lê ev amare tenê beşek ji rastiyê ye; gelek ji haletên tundûtîjiya nav malê ji ber givaşên civakî û hikûmetî nayêne tomarkirin û di pileya “amara veşartî” de cih digirin. Tundûtîjiya nav malê, di rastî de rengvedana zextên siyasî û civakî yên berfirehtir e ku jinên Îranê digel wê bi şikleke taybet pê re rû bi rû ne.
Rehendên berfireh ên tundûtîjiya li dijî jinan û encamên wê
Tundûtîjiya li dijî jinan li Îranê zincîreyek ji faktorên bi hev re girêdayî ye. Siyasetên hikûmetî bi awayekî sîstematîk zemîneyê bo tundûtîjiya civakî û malbatî pêk tîne. Sepandina yasayên sînordar û cudaxwaz, çêkirina tirs û serkut di qada giştî de û nebûna mekanîzmên piştevaniyê, ne tenê jin di qada taybet de lawaztir kiriye, belkî asayiş û azadiya wan di civakê de jî xistiye metirsiyê.
Ev tundûtîjiyane bi awayê hevaheng û armancdar, lêzaniya zayendî, civakî, aborî û di dawiyê de jî siyasiya jinan serkut dike û ji wan canjibereke girêdayî û bêhêz çê dike. Di encamê de tişta ku em li Îranê dibînin ji krîzeke navxweyî wêdetir e û divê wekî beşek ji sîstema apartayda zayendî bê naskirin, ku armanca wê reşkirina jinan ji qada civakî û giştî ye. Di nav van tundûtîjiyane de, tundûtijiyên pêkhatî û civakî hene ku li ser jinên (Queer) “Kuîr” (bi taybetî jinên hevregezxwaz û trens) di bin siya tawanbarkirina jiyana (Queer) “Kuîr” de zêdetir dibe ku heta bo aliyê sizayê îdamê jî diçe.
Bangewaziya Hengawê
Bi hilkefta 25ê Mijdara 2024an, roja cîhanî ya “Hemberderketin Li Dijî Tundûtîjiya Li Ser Jinan”, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê daxwazê ji civaka cîhanî û xelkê Îranê dike ku ji bo bi dawîanîna tundûtîjiya li dijî jinan li Îranê, hewlên bilez û pratîkî bidin.
Hengaw ji civaka navneteweyî dixwaze ku Komara Îslamî ya Îranê wekî hikûmetek li ser bingeha apartayda zayendî bide nasîn. Divê ev naskirine bibe sedema sepandina zextên dîplomatîk, yasayî û aborî ji bo rawestandina tundûtîjiya sîstematîk a li ser jinên Îranê. Herwiha divê saziyên mafê mirovî lêkolînên serbixwe û berfireh li ser tundûtîjiya li dijî jinan li Îranê bikin û lêpirsînê ji desthilatdarên berpirsyar bikin.
Herwiha ji civaka Îranê tê çavnihêrîkirin ku bi hevgirtin û avakirina torên piştevaniyê ji jinan, li hember tundûtîjiya civakî û malbatî rawestin û bi belgekirina haletên binpêkirina mafan, hişyariya giştî û cîhanî zêde bikin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê pabendbûna xwe li warê belgekirina tundûtîjî, parastina mafê jinan û şopandina dadperwerî ji bo qurbaniyan di civatên navneteweyî de berdewam dike. Ev saziye tekeziyê li ser vê yekê dike ku roja cîhanî ya Hemberderketin Li Dijî Tundûtîjiya Li Ser Jinan divê bibe xala destpêkê ji bo çalakiyên pratîk û ne tenê peyamên sembolîk. Tişta ku niha hewce ye hevgirtina cîhanî û hewlên bi bandor ji bo bi dawîkirina tundûtîjiya sîstematîk a li dijî jinan li Îranê ye.