Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 126 girtî li girtîgehên Îranê li Mijdara 2024an

01 December 2024 21:33

Hengaw; Yekşemî 1ê Kanûna 2024an

Di heyama meha Mijdara 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 126 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha borî (Cotmeh) ku 161 girtî hatibûne darvekirin, 35 girtî beranberî 22 ji sedî kêm kiriye. Ji %20 girtiyên hatinî darvekirin welatiyên Kurd bûne.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama Mijdara 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 126 girtî di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 124 girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 2 girtiyên dinê ku jin in di halê lêkolînê de ye.

Pêka vê raporê, di heyama meha borî de, aliyê kêm sizayê 25 girtiyên Kurd, 17 girtiyên Tirk, 15 girtiyên Belûç, 8 girtiyên Gîlek û 6 girtiyên Lor di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Herwisa aliyê kêm 10 hevwelatiyên Efxanî jî li meha borî hatine darvekirin.

Di meha borî de sizayê darvekirina du zarokên tawanbar ên bi navên “Arvîn Qehrimanî” yê 20 salî û ji Cihûyê Bokanê û rûniştiyê bajarê Kirmaşanê û Îsmayîl Barkezayî yê 18 salî û hevwelatiyê Efxanistanê û rûniştiyê bajarê Yezdê hatibû birêveçûn. Arvîn li temenê 18 saliyê û Îsmayîl jî li temenê 17 saliyê hatibûne girtin û bi tohmeta madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Di Mijdara 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 3 jin li girtîgehên Reşt, Xuremava û Qizilhesara Kerecê hatiye birêveçûn ku her sê bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 126 girtiyên ku di Mijdara 2024an de hatine darvekirin, tenê 2 kes di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 5 girtî bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re bi rê ve çû.

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha borî de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 63 halet beranberî 50 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Madên hişber: 62 halet

Kuştina bi qest: 60 halet

Destdirêjiya bi tundûtîjî: 4 halet

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha borî de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 26 halet in. Li girtîgehên parêzgehên Fars û Tewrêzê her yek 10 halet û parêzgeha Îsfehanê 9 halet û parêzgeha Gîlanê jî 8 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.

Parêzgeha Elborz: 26 halet

Parêzgehên Fars û Tewrêz: Her yek 10 halet

Parêzgeha Îsfehan: 9 halet

Parêzgeha Gîlan: 8 halet

Parêzgehên Hemedan û Kirman: Her yek 7 halet

Parêzgehên Gulistan û Xurasana Rezewî: Her yek 5 halet

Parêzgehên Yezd, Sîstan û Belûçistan, Urmiye û Zencan: Her yek 4 halet

Parêzgehên Loristan, Qezwîn û Qum: Her yek 3 halet

Parêzgehên Kirmaşan, Xurasana Bakur û Xurasana Başûr: Her yek 2 halet

Parêzgehên Sine, Merkezî, Mazenderan, Hormozgan, Kehkîlûye û Bûyer Ehmed, Xûzistan, Erdebîl û Çarmehal û Bextiyarî: Her yek 1 halet

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin