Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Mijdara 2024an de
Hengaw; Pêncşemî 5ê Mijdara 2024an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama Mijdara 2024an de, aliyê kêm 16 çalakvanên jin hatine girtin û 19 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgeh, darvekirin û lêdana qamçiyan hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 17 haletên jinkujî û birêveçûna sizayê darvekirina 4 jin di girtîgehên cuda yên bajarên ciyawaz ên Îranê de hatiye tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Mijdara 2024an de, aliyê kêm 4 jin li girtîgehên cuda yên Îranê beranberî ji %3.2 ji gelempera darvekirinan li meha borî hatine darvekirin. Pêka amra û belgên Hengawê di vê mehê de du jin bi tohmeta kuştina bi qest li girtîgehên Xuremava û Qizilhesar û du jin jî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgehên Reşt û Tewrêzê hatine darvekirin ku nasnameya du kes ji wan wiha ye:
1- Mahrox Xanî ji Tewrêzê ku li girtîgeha Tewrêzê hate darvekirin.
2- Ferîba Melekî Çigînî ji bajarê Çigînê li girtîgeha Xuremavayê hate darvekirin.
Nasnameya du jinên ku li girtîgehên Reşt û Qizilhesara Kerecê hatine darvekirin li ber dest nîne.
Girtina 16 jin di Mijdara 2024an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama Mijdara 2024an de, aliyê kêm 16 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 14 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û 5 kes ji wan çalakvanan jinên Kurd in û 3 kes ji çalakvanên Tirk û du jin jî Behayî ne.
Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:
Tehran; 1- Ahû Deryayî 2- Rewşenk Melayî Elîşah 3- Zehra Rizayî 4- Mehoş Seyîdelî Tedewî 5- Şîma Ezem Ferzan 6- Xezel Merzban Cewşerî
Sine; 7- Jina Muders Gurcî 8- Ferîba Muradiyan 9- Seyran Xusrewî
Şîraz; 10- Îlham Heqîqetcû 11- Rozîta Îslamî
Makû; 12- Meriyem Reşîdî
Pîranşar; 13- Îlham Qadirî
Teftan; 14- Rehîme Dêhmurdê
Tewrêz; 15- Nigar Debaxî
Erdebîl; 16- Seher Memîzade
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama Mijdara 2024an de, aliyê kêm 17 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 117 sal û 5 meh girtîgehê hatine sizadan. Tevî vî sizayê, Wirîşe Muradî ya çalakvana jin a Kurd bi darvekirinê hatiye sizadan û Rewşenk Melayî Elîşah jî bi lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi darvekirin, lêdana qamçî û girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Wirîşe Muradî, çalakvana Kurd ya xelka Sinê, bi îdamê hatiye sizadan.
2- Ava Nesîrî ji Îsfehanê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.
3- Mehşad Keşanî ya xelka Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4- Hoda Sadiqî ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
5- Meriyem Ferheng ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
6- Mîna Nidayî ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
7- Behar Silêmanî ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
8- Sîma Turkiyan ji Îsfahanê bi 6 sal sal girtîgehê hatiye sizadan.
9- Zeyneb Perendê ji Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
10- Şemîm Beharzade, çalakvana Behayî ya xelka Îsfehanê, bi 8 sal girtîgehê hatiye sizadan.
11- Mîno Heyderî ya xelka Îsfehanê bi 11 sal girtîgehê hatiye sizadan.
12- Mercan Beştam ji Îsfehanê bi 11 sal girtîgehê hatiye sizadan.
13- Semanê Emoşahî ji Îsfehanê bi 23 sal girtîgehê hatiye sizadan.
14- Sirwe Şîrî ji Bokanê bi 8 meh girtîgehê hatiye sizadan.
15-Atife Rengrîz ji bajarê Damxanê bi 7 sal û 7 meh girtîgehê hatiye sizadan.
16- Şîma E`izem Firozan ji Tehranê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
17- E`izem Ahû Qelender ji Kerecê bi 6 sal û 2 meh girtîgehê hatiye sizadan.
18- Nesrîn Şakeremî ji Xuremavayê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.
19- Rewşenk Melayî Elîşah ji Tewrêzê bi lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 17 haletên jinkujiyê di Mijdara 2024an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Mijdara 2024an de, aliyê kêm 17 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina 15 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî wan ve wekî hevjînê wan bûye.
Pêka vê raporê, 11 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, jinek ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve, 3 jin bi destê kur, bira û bavê xwe, jinek bi destê xwedan karê xwe û jinek jî bi destê kesên nenaskirî hatine kuştin.
Ji gelempera 17 haletên jinkujiyê, herî kêm 13 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatina kuştin. Herwisa jinek bi hênceta diziyê hatiye kuştin û sedema kuştina 3 jinan jî nexuya ye.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgeha Tehran: 6 halet
Parêzgehên Îlam, Fars û Tewrêz: Her yek 2 haletên jinkujî
Parêzgehên Kehgîlûye û Bûyer Ehmed, Gulistan, Hemedan, Xurasana Rezewî û Xûzistan: Her yek halete jinkujiyê hatiye tomarkirin
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike, û ev yeka jî dibe sedem ku kuştina jinan hêsantir û bê nirxtir be.