Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Nîsana 2025an de

05 May 2025 12:42

Hengaw; Duşemî 5ê Gulana 2025an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jin hatine girtin û 8 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 31 haletên jinkujî û 4 haletên darvekirina jinan di bajarên cuda ên Îranê de hatine tomarkirin.

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di Nîsana 2025an de aliyê kêm sizayê darvekirina 4 jin li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye birêveçûn ku sê kes ji wan bi tohmeta madên hişber û jinek jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:

1- Mehnaz Kakayî ji Îsfehanê bi tohmeta kuştina bi zanebûn li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate darvekirin.

2- Mercan Sebzî ji Xuremavayê, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Îsfehanê hate darvekirin.

3- Nasnameya wê nehatiye eşkerebûn, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Meşhedê hate darvekirin.

4- Nasnameya wê jî nehatiye eşkerebûn, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha navendî ya Meşhedê hate darvekirin.

Girtina 8 jin di Nîsana 2025an de

Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 10 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye:

Herî kêm 4 jin ji jinên hatinî girtin ji Tehranê bûne ku navê wan wiha ye:

Tehran: 1- Jîla Zehtab Moqedem 2- Azer Zengulî 3- Lîda Alkesanî 4- Someye Reşîdî

Meşhed: 5- Ferîde Muradî 6- Gulnûş Nesîrî

Sine: 7- Sirwe Pûrmihemedî

Torbet Heyderiye: 8- Reyhane Darat

Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm 8 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 19 sal girtîgehê hatine sizadan.

Nasnameya wan jinên ku bi girtîgehê hatine sizadan wiha ye:

1- Vîda Mihemedî ji Tehranê bi 4 sal û 8 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

2- Meriyem Muqedem ji Tehranê bi 2 sal û 2 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

3- Şohre Qemer ji Bîcarê bi 4 sal û 8 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

4- Mînû Rûzedar ji Tehranê bi 1 sal û 2 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

5- Meriyem Zebîhî ji Qaîmşehrê bi 10 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

6- Mensûre Îrfaniyan ji Meşhedê bi 3 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

7- Gilare Ebasî ji Tehranê bi 4 sal û 3 meh girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

8- Jila Zehtab Muqedem ji Tehranê bi 1 sal girtîgeha sepiyayî hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

Tomarkirina 31 haletên jinkujiyê di Nîsana 2025an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Nîsana 2025an de, aliyê kêm 31 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî xwe ve wekî hevjînê xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 15 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 5 jin ji aliyê bavê xwe ve û 8 jin ji aliyê kesên nêzîkê xwe ve ji wan bira, zawa, xwazbînî û hwd hatine kuştin û zanyariyek hûr li ser bikujê sê jinan jî ber dest nîne.

Ji gelempera 31 haletên jinkujiyê, herî kêm 4 jin ji ber hêncetên namûsî hatina kuştin. Herwisa herî kêm 19 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatine kuştin û 5 jin jî bi sedema zaroknebûnê (2 halet), redkirina daxwaza zewac, daxwaza cudabûnê ji mêrê xwe û diziyê hatine kuştin û ji sedema kuştina sê jinên dinê jî ti zanyariyek ber dest nîne.

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgehên Tehran: 5 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 4 halet

Parêzgeha Mazenderan: 3 halet

Parêzgehên Gîlan, Fars û Çiharmehalê Bextiyarî: Her yek 2 halet

Parêzgehên Hormozgan, Merkezî, Kehgîlûye û Bûyerehmed, Kirman, Zencan, Xurasana Başûr, Xurasana Bakur, Xûzistan, Îlam, Tewrêz, Urmiye, Erdebîl û Elborz: Her yek 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin