Rapora salane; Binpêkariyên berfireh ên mafê mirovî li Îranê di sala 2024an de
Hengaw; Çarşemî 1ê Çileya 2025an
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi weşandina raporeke berfireh ji rewşa mafê mirovî li Îranê di sala 2024an de, bal kişandiye ser aliyên metirsîdar ên binpêkirina mafê bingehîn ê welatiyan. Ev rapora amarî ku li ser bingeha datayên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a vê saziyê hatiye berhevkirin, wêneyek ji zêdebûna darvekirin, girtinên serberedayî, tundûtîjiya sîstematîk û rewşên din ên binpêkirina mafê mirovî li seranserê Îranê pêşkêş dike.
Pêka datayên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a vê saziyê de, li sala 2024an:
901 girtî hatine darvekirin.
339 kolber hatine kuştin yan birîndarkirin.
57 hevwelatî bûne qurbaniya madên teqemenî û teqîna mînan.
22 girtî di girtîgehên Îranê de canê xwe ji dest dane.
1235 hevwelatî bi eşkerebûna nasnameya wan hatine girtin.
33 çalakvanên siyasî û nerazî bi darvekirinê hatine sizadan.
468 çalakvanên siyasî li ser hev bi 1682 sal û 7 meh û 20 roj girtîgeha sepiyayî, 94 sal girtîgeha ragirtî û 2547 derbên qamçiyan hatine sizadan.
Herî kêm 182 jin ji ber tundûtîjiya malbatî ji aliyê endamên malbatên xwe ve hatine kuştin.
Hûrdekariyên rapora berfireh a Hengawê li ser her mijarekê dê di rojên bê de were weşandin.
Herî kêm 901 girtî di sala 2024an de hatine darvekirin
Li gorî zanyariyên ku hatine tomarkirin, di heyama vê salê de sizayê darvekirina 901 girtiyan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye cîbicîkirin ku nasnameya 852 kes ji wan ji aliyê Hengawê ve hatiye eşkerekirin.
Di nav wan kesên ku hatine darvekirin de 13 kes bi tohmeta çalakiyên siyasî, olî yan jî beşdarîkirin di xwenîşandanên tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de hatine darvekirin ku 10 ji wan girtiyên Kurd bûne.
183 girtiyên Kurd (ji %20.5 ji tevahiya amarê), 119 girtiyên Tirk (%13) û 110 girtiyên Belûç (%12) hatine darvekirin. Herwiha 58 girtiyên Lor, 30 girtiyên Gîlek û 73 girtiyên Efxanî jî di nav kesên hatine darvekirin de hene.
Sizayê darvekirina 30 jin û 5 zarokên ku di dema encamdana tawanê de temenê wan di bin 18 saliyê de bûye, hatiye cîbicîkirin.
Sûcê ku bûye sedema darvekirinê
Zêdetirîn darvekirin pêwendîdar in bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber:
472 kes (52% ji tevahiya darvekirinan) bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber.
367 kes jî bi tohmeta kuştina bi qest.
Rewşa girtîgehan: Canjidestdan di sala 2024an de
Li gorî datayên hatinî tomarkirin ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve, di sala 2024an de herî kêm 22 girtî di girtîgehên Îranê de canê xwe ji dest dane. Ji van: 9 kes ji ber îşkencekirinê canê xwe ji dest dane ku pêk tên ji 5 girtiyên Kurd, 2 Belûç û 2 girtiyên Tirk û Gîlakek.
8 kes ji ber nebûna pêregihîştinên pizîşkî yan jî dereng veguhestina wan bo navendên pizîşkî jiyana xwe ji dest dane.
5 kes jî ji ber xwekuştinê di girtîgehê de canê xwe ji dest dane.
Ji vê hejmarê, 4 kes ji girtiyên siyasî (pêkhatî ji 3 girtiyên Kurd û girtiyek Belûç) canê xwe ji dest dane.
Canjidestdayiyên dinê:
6 kes tohmetbarên asayî
2 kes tohmetbarên dizî
4 kes tohmetbarên kuştina bi qest
5 kes bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û kesek jî tohmetbarê revandina mirovan bûne.
Berzîn Hemzezade, zarokê 16 salî yê xelkê Serdeştê û Mêhran Keremî yê welatiyê Kurd ê xelkê Tikabê, ji girtiyên tevegra Jin Jiyan Azadî bûn ku di bin îşkenceyê de canê xwe ji dest dan.
Li gorî amara Hengawê:
41 ji sedî ji canjidestdayiyan (9 kes) girtiyên kurd bûn,.
6 kes Belûç,
4 Tirk û 2 Gîlek.
Derbarê girtiyekî ku li Tehranê jiyana xwe ji dest daye ti zanyariyên serast nînin û tenê medyayên hikûmetî ev yeka belav kirine.
Binçavkiriyên neyasayî: Tomarkirina nasnameya 1235 girtiyan
Di sala 2024an de herî kêm 1235 hevwelatî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin yan revandin ku heya niha nasnameya tevahiya wan bo Hengawê hatiye eşkerekirin.
Ji gelempera girtiyan:
630 kes (%51) Kurd
200 kes (%16.5) Belûç
113 kes Tirk
39 kes Gîlek
38 kes Lor û 26 kes Ereb bûne.
Herwisa:
45 zarok û nûciwanên bin 18 saliyê hatine girtin ku pêkhatine ji 21 Belûç, 20 Kurd, 2 Lor û 2 kes jî Tirk.
Ji van girtiyan 137 kes jin, 34 mamosteyên dibistan û mamosteyên zanîngehê, 31 xwendekar, 37 çalakvanên medyayî, 28 hunermend û 38 kes jî, ji endamên malbatên dadxwaz bûne.
Di nava girtiyan de 127 çalakvanên olî jî hatine naskirin:
76 kes ji Sune mezheb in ku piraniya wan Kurd û Belûç in,
27 kes Behayî,
10 kes nûbawerên Xirîstiyan û 3 kes jî, ji Civaka Yarsanan bûne. Girtiyên dinê ji şêxên Gonabadî û peyrewên Hereketa Yemanî ne.
Qurbaniyên teqîna mîn û madên teqemeniyê
Li Îranê di sala 2024an de herî kêm 57 hevwelatî bûne qurbaniyên teqîna mînê yan madên teqemeniyê. Ev mînane ji bermahiyên şerê Îran û Îraqê û mînên hatinî çandin ji aliyê Spaha Pasdaran ve bûne.
Ji vê hejmarê:
19 kesan canê xwe ji dest dane.
38 kes jî birîndar yan rastî qutbûna endamê laş hatine.
Hûrdekariyên qurbaniyan:
23 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.
17 kes ji wan hevwelatiyên Efxanistanê bûne.
Zêdetirîn qurbanî pêkhatine ji 15 welatiyên asayî û 16 kes şewatber û kolber.
6 kes ji hêzên leşkerî yên Komara Îslamî jî bûne qurbaniya teqîna mînê.
Di nava qurbaniyan de:
5 zarok û 4 jin jî ziyan dîtine ku ev hejmare 15.8 ji sedî ji tevahiya qurbaniyan pêk tîne.
Ev amare berdewamiya metirsiyên mînên ser erdê bo hevwelatiyên Îranê bi taybetî li navçeyên sînorî û kêm pêşketî nîşan dide.
Derçûna sizayê giran: Darvekirin, sizayê girtîgeh û lêdana qamçiyan bo çalakvanên siyasî, medenî û olî
Di sala 2024an de herî kêm 506 çalakvanên siyasî, olî û medenî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine dadgehîkirin û bi sizayên darvekirin, girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine mehkûmkirin.
38 kes ji van kesan bi darvekirinê hatine sizadan ku sizayê 5 kes ji wan di Dadgeha Pêdaçûnê de hatiye hilweşandin.
Ji nava 33 kesan ku herwisa bi sizayê darvekirinê re rû bi rû ne.
11 kes Kurd,
2 kes Tirk,
4 kes Belûç û 2 kes jî Ereb bûne.
Sê jinên girtî yên bi navên Pexşan Ezîzî, Wirîşe Muradî û Şerîfe Mihemedî jî bi darvekirinê hatin sizadan. Herçiqas sizayê Şerîfe Mihemedî hatiye hilweşandin, lê 2 kesên dinê herwisa bi metirsiya îdamê re rû bi rû ne.
Tevî vê yekê:
468 çalakvanên siyasî, olî û medenî bi girtîgeh, lêdana qamçiyan û bêparbûnên civakî hatine sizadan
Zêdetirî %30 ji hûkmderan (153 kes) welatiyên Kurd û 132 kesê dinê jî, ji kêmîneyên netewî û olî ji wan Tirkên Azerî, Belûç, Ereb, Lor û Gîlek bûne.
Zêdetirîn hûkmderên olî pêkhatine ji 41 hevwelatiyên Behayî:
Ev çalakvanane bi giştî bi:
1684 sal û 8 meh û 20 roj girtîgeha sepiyayî,
1385 derbên qamçiyan û 16 sal girtîgeha ragirtî hatine sizadan.
Di nava hûkimderan de:
5 zarok bi girtîgeh û lêdana qamçî û 134 jin bi darvekirin, girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine sizadan ku ev hejmare 26.5 ji sedî ji tevahiya hûkmederan li xwe digire.
Bilindbûna berçav a qurbaniyên kolberiyê: 339 kuştî û birîndarbûyî
Pêka amara Henagwê, di sala 2024an de, kuştina kolberan bi awayekî berçav zêde bûye:
57 kolber û kasibkar hatine kuştin û 282 kolber jî birîndar bûne.
Ji vê hejmarê:
81 ji sedî (42 kuştî û 231 birîndar) bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî.
Haletên dinê jî, ji ber teqîna mînan, hatina reniyê, sirlêdan û bûyerên din ên sirûştî bûne.
Hûrgiliyên zêdetir:
Kolberekî 15 salî jiyana xwe ji dest da û 18 zarokên kolber jî birîndar bûn.
Zêdetirîn hejmara qurbaniyan li parêzgeha Sine bi 157 halet û parêzgeha Kirmaşanê bi 150 haletan hatine tomarkirin.
Ev amare zêdebûna tundûtîjiyên pêkhatî li dijî kolberan bi taybetî li navçeyên sînorî nîşan dide.
Hatina kuştin a 182 jinan di sala 2024an de
Li gorî datayên Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2024an de li Îranê kuştina herî kêm 182 jinan hatiye tomarkirin. Ji vê hejmarê, 28 halet (%15.5) bi hincetên ku jê re dibêjin "namûs" pêk hatine.
Parêzgehên ku zêdetirîn amara jinkujiyê heye:
Tehran: 46 halet
Fars: 15 halet
Tewrêz: 13 halet
Xurasana Rezewî: 12 halet
Îlam: 9 halet
Piraniya van qetilane ji aliyê nêzîktirîn kesê qurbaniyan ve hatine kirin, ji wan mêr, mêrên berê, bav, bira û endamên din ên malbatê.
Pêdaçûna rewşa mafê mirovî di sala 2024an de
Rapora Hengawê ya derbarê binpêkirina sîstematîk a mafê mirovî li Îranê di heyama sala 2024an de, wêneyeke dilêş ji krîza mafê mirovî li vî welatî pêşkêş dike.
Zêdebûnek berçav a darvekirin, girtina serberedayî û zêdekirina tundûtîjî li dijî tex û qatên lawaz, ji wan jin, kolber û çalakvanên medenî, tenê beşek ji vê krîzê ye.
Tevî vê yekê, cudahiyên netewî, etnîkî, zayendî û olî û digel serkutkirina tund a çalakvanên siyasî û medenî, nîşanderê nebûna dadwerî û azadiya derbirînê di Îranê de ye.
Ev rewşe pêwîstiya tevgereke lezgîn ji aliyê civaka navdewletî û saziyên dakokîker ji mafê mirovî eşkere dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê tekezî dike ku divê civaka navdewletî li ser bingeha prensîbên “berpirsiyariya piştgiriyê” zextên zêde bo rawestandina van binpêkirinên berbelav bike.
Jinkujî û siyasetên Komara Îslamî
Siyasetên Komara Îslamî li hember jinan, nîşanderê binpêkirina sîstematîk a mafê jinan û kêmîneyên zayendî ye. Di van siyasetan de:
Jiyana jinan di hemû aliyên siyasî û civakî de bê nirx tê dîtin.
Jinkujî sade û bê nirx e.
Hêncetên li dijî jinan û namûsê li cihê şermezarkirinê, li bin siya vê sîstemê xurtir dibe.
Komara Îslamî ya Îranê netenê bi siyasetên xwe bûye sedema asayîbûna van tundûtîjiyane, belkî bi serkut û girtina çalakvanên ku ji bo eşkerebûna van tundûtîjiyane hewlê didin, pêşiya guherînkariya bîngehîn a di vî warî de digire.
Hengaw huşdariyê dide ku amara rastî ya kuştina jinan ji hejmarên ku di nûçe û medyayan de têne weşandin pir zêdetir e. Herwisa nebûna amarên rast derbarê asta tundûtîjiya siyasî û civakî li dijî kêmîneyên zayendî di Îranê de bûye sedema nîgeraniyên cidî.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji civaka navneteweyî û xelkê Îranê dixwaze ku li dijî asayîkirina kuştina jinan û kêmîneyên seksî û zayendî bi awayekî cidî nerazîbûna xwe nîşan bidin. Ev saziye tekeziyê li ser vê yekê dike ku piştevanîkirin ji çalakvanên ku li hemberî vê tundûtîjiyê û hewlên bo eşkerekirina wan dest bi kar dibin, pêwîst e. Hengaw bang li civaka navdewletî û saziyên mafê mirovî dike ku bi hewlên micid û bandordar vê rewşa metirsîdar rawestînin û rêzê li mafê mirovî yên jinan û kêmîneyan bigrin.