Rapora taybet a Hengawê li ser binpêkirina berfireh a mafê mirovî li Îranê li şeş mehên destpêkî yên sala 2025an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi weşanana raporeke berfireh li ser rewşa mafê mirovî li Îranê di şeş mehên yekem ên sala 2025an de, bal kişandiye ser aliyên nîgeranker ên binpêkirinên mafê bingehîn ê hevwelatiyan. Ev rapora amarî ku li gorî daneyên tomarkirî di Navenda Amar û Belgeyan a vê saziyê de hatiye serhevkirin, wêneyek ji zêdebûna darvekirin, girtin, tundûtûjiya sîstematîk û binpêkirinên dinê yên mafê mirovî li seranserê Îranê nîşan dide.
Pêka daneyên hatinî tomarkirin di Navenda Amar û Belgeyan a vê saziyê de, li şeş mehên yekem ên sala 2025an:
617 girtî hatine darvekirin.
22 kolber hatine kuştin yan birîndarkirin.
32 hevwelatiyên medenî bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin.
17 hevwelatî bûne qurbaniya teqîna mînan yan madên teqemenî
29 hevwelatî li girtîgehên Îranê canê xwe ji dest dane.
822 hevwelatî ku navnavên wan hatiye eşkerebûn hatine girtin.
5 çalakvanên siyasî bi darvekirinê hatine sizadan.
150 çalakvanên siyasî li ser hev bi 401 sal û 11 meh girtîgeha sepiyayî, 20 sal û 4 meh girtîgeha ragirtî hatine sizadan, û 7 kes ji wan ji bilî sizayên girtîgehê, bi lêdana 466 derbeyên qamçiyan hatine sizadan.
Herî kêm 108 jin bi sedema tundûtîjiya malbatî ji aliyê endamên malbatên xwe ve hatine kuştin.
Herî kêm 22 zarok û nûciwanên bin 18 saliyiyê hatine girtin û yek ji wan hatiye darvekirin û yek dinê jî bi girtîgehê hatiye sizadan.
Darvekirina herî kêm 617 girtî di şeşe mehên yekem ên sala 2025an de
Li gorî zanyariyên hatinî tomarkirin, ji destpêka sala 2025an ve heta niha herî kêm 617 girtî li girtîgehên cuda yên Îranê hatine darvekirin, ku nasnameya 598 kes ji wan ji aliyê Hengawê ve hatiye eşkerebûn.
Bi piştgirêdan bi amarên Hengawê, di heyama şeş mehên borî de herî kêm 41 girtî bi nihênî û bi bê mafê hevdîtina malbatên xwe hatine darvekirin û tenê 38 kes wate ji %6 ji gelempera giştî ya haletên darvekirinê di medyayên hikûmetê de hatine ragihandin.
Di nav kesên hatinî darvekirin de, 26 kes ji ber çalakiyên siyasî, olî yan beşdarîkirin di xwenîşandanên tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" de û bi tohmeta "sîxurîkirin bo Îsraîlê" hatine darvekirin. Ev amare du hindeyê amara giştî ya girtiyên siyasî û olî di 12 mehên sala 2024an de ye.
Herwisa sizayê darvekirina herî kêm 18 jin û zarokekê hatiye tohmetbar di heyama şeş mehên borî de li Îranê hatiye birêveçûn.
Ji gelempera girtiyên hatinî darvekirin, %15 ji tevahiya haletan wate 91 halet, girtiyên Kurd in. Herwisa herî kêm 79 girtiyên Belûç, 76 girtiyên Lor, 65 girtiyên Tirk, 26 girtiyên Gîlek, 14 girtiyên Ereb, 7 girtiyên Tirkmen, 2 girtiyên Sîstanî û 2 girtiyên Tat hatine darvekirin. 159 kes ji girtiyên darvekirî Fars in, û zanyariyek rast li ser nasnameya etnîkî ya 56 kesan li ber dest nîne. Herwiha di şeş mehên destpêkî yên îsal de, herî kêm 40 girtiyên Efxanî li Îranê hatine darvekirin.
Cudakirina girtiyên hatinî darvekirin pêka tohmetan
Zêdetirîn girtî bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber hatine darvekirin ku 47 ji sedî ji tevahiya haletan e.
Tohmetên siyasî, olî û sîxurî: 26 halet
Tohmetên madên hişber: 289 halet
Tohmetên kuştina bi qest: 275 halet
Tohmetên destdirêjiya seksî: 19 halet
Tohmetên diziya çekdarî: 8 halet
Zêdetirî 18 ji sediyê girtiyan li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin, ku 112 halet in e. Li parêzgeha Xurasana Rezewî 48 halet, li parêzgeha Îsfehan 47 kes û li parêzgeha Sîstan û Belûçistanê 34 kes hatine darvekirin.
Rewşa girtîgehan: Canjidestdana 29 girtiyan di navîna sala 2025an de
Pêka amarên hatinî tomarkirin ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve, li navîna yekem a sala 2025an herî kêm 29 girtî di girtîgehên Îranê de canê xwe ji dest dane. Ji vê hejmarê:
4 kes ji ber îşkenceyê canê xwe ji dest dane, ku 3 girtiyên Kurd û girtiyekî Lor li xwe digire.
4 kes ji ber xwekujiyê li girtîgehê canê xwe ji dest dane.
Herî kêm 3 girtî ji ber pevçûna bi girtiyên dinê re hatine kuştin.
Sedema mirina girtiyekê jî nexuya ye.
Ji vê hejmarê 3 kes ji girtiyên siyasî (2 girtiyên Kurd û hevwelatiyek Suwîsê) canê xwe ji dest dane. Girtiyên dinê jî pêk hatine ji:
6 kes bi tohmeta asayî,
3 kes bi tohmeta dizî,
3 kes bi tohmeta kuştina bi qest,
10 kes bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber û kesek bi tohmeta malî bûye.
Tohmeta du girtiyan jî nehatiye diyarîkirin.
Pêka amarên Hengawê:
38 ji sedî ji canjidestdayiyan (11 kes) girtiyên Kurd,
6 Belûç
2 kes Lor û kesek Gîlek û 3 kes Fars,
2 kes xelkê Efxanistanê û Suwîsiyek,
Herwisa li derbarê wan 4 girtiyên ku li girtîgehên Qerçek, Bane, Hemedan û Qizilihesara Kerecê canê xwe ji dest dane, zanyariyeke hûr li ser nasnameya wan a etnîkî li ber dest nîne.
Kuştin 32 hevwelatiyên bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî
Li gorî amarên ku li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di şeş mehên destpêkî yên sala 2025an de, herî kêm 35 hevwelatî li seranserê Îranê bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî ji wan hêzên îdareya Îtilaatê, Spaha Pasdaran, hêzên ser sînor û hêzên Polîs ên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin ku yek ji wan mamosteyeke jin a Belûç bû.
Hemû hevwelatiyên sivîl ku di van şeş mehan de bi gulleyên rasterast ên hêzên hikûmetî hatine kuştin ji kêmîneyên netewî û etnîkî bûne û kêmîneya etnîkî ya Belûç bi 25 kes beranberî 78 ji sedî ji tevahiya haletn pêk tîne.
Herî kêm 3 welatiyên Kurd, 2 hevwelatiyên Lor, hevwelatiyek Gîlek û hevwelatiyek Tirkê Azerî di vê heyamê de hatine kuştin.
Girtina berfireh a hevwelatiyan: Tomarkirina nasnameya 822 girtiyan
Di şeş mehên yekem ên sala 2025an de, herî kêm 822 hevwelatî ku nasnameya wan bo Henagwê hatiye piştrastkirin, ji aliyê navendên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin an revandin. Hêjayî gotinê ye ku, sedan hevwelatiyên dinê jî, bi taybetî di meha Hezîranê de hatine girtin ku nasnameya wan hîn ji aliyê Hengawê ve nehatiye piştrastkirin û di vê raporê de cih negirtiye.
Ji gelempera binçavkiriyan:
370 kes (ji %51) Kurd
170 kes (ji %16.5) Belûç
50 kes Ereb
40 kes Lor
33 kes Tirkên Azerî û 12 kes jî Gîlek bûne.
Herwisa:
22 zarok û nûciwanên bin 18 saliyê hatine girtin ku pêk hatine ji 10 zarokên Belûç, 9 zarokên Kurd û 3 zarokên Lor.
Di nav girtiyan de, 73 kes jin, 13 kes mamosteyên dibistan û zanîngeh, 8 xwendekar û 10 çalakvanên medyayî hene.
Di nav girtiyan de 102 çalakvanên olî hene:
40 kes Sune mezheb ku piraniya wan Kurd û Belûçin,
31 kes Behayî,
4 kes Xirîstiyan û 5 kes ji Civaka Yarsanan hene.
Herwisa 21 kes ji peyrewên Hereketa Yemanî hatine girtin.
Qurbaniyên teqîna mînan û madên teqemenî
Di şeş mehên yekem ên sala 2025an de, herî kêm 17 hevwelatî li Îranê bi mîn an teqemeniyan hatine kuştin. Ev mînane bermahiyên şerê Îran û Iraqê û mînên hatinî çandin ji aliyê Spaha Pasdaran ve. Li xwe digire
Ji vê hejmarê:
9 kesan canê xwe ji dest dane.
8 kes hatine birîndarkirin yan tûşê birîna endamên laş bûne.
Hûrdekariyên qurbaniyan:
9 kes ji wan welatiyên Kurd bûne.
Zêdetirîn qurbanî pêk hatine ji 9 halet ji hêzên leşkerî.
Cudakirina qurbaniyên mînan pêka parêzgehan:
Parêzgeha Sine: 6 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 4 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 3 halet
Parêzgeha Urmiye: 2 halet
Parêzgehên Xûzistan û Îlam: Her yek 1 halet
Ev amare metirsiya mînên çandî bo hevwelatiyên Îranê bi taybetî li navçeyên sînorî û kêm geşestandiyan nîşan dide.
Derçûna sizayê giran: Darvekirin, girtîgeh û lêdana qamçî bo çalakvanên siyasî, olî û medenî
Di navîna yekem a vê salê de, herî kêm 155 çalakvanên siyasî, olî û medenî ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine dadgehîkirin û bi sizayên wekî darvekirin, girtîgeh û lêdana qamçiyan bi ser wan de hatiye sepandin.
Herî kêm 5 kes ji van kesane pêk hatî ji 2 çalakvanên Gîlek, 2 çalakvanên Tirkên Azerî û çalakvanekî Kurd bi darvekirinê hatine sizadan.
Tevî vê yekê:
Herî kêm 150 çalakvanên siyasî, olî û sivîl bi sizayên girtîgeh, lêdana qamçiyan û qedexekirina bikaranîna torên civakî hatine sizadan.
Zêdetirî 30 ji sedî ji tohmetbaran (47 kes) welatiyên Kurd û 34 kes jî ji kêmîneyên netewî û etnîkî yên wekî Tirkên Azerî, Belûç û Lor bûne.
Herwisa 24 çalakvanên olî yên Behayî, 8 çalakvanên Xirîstiyan û 5 çalakvanên Sune mezheb bi girtîgehê hatine sizadan.
Ev çalakvanane li ser hev bi:
401 sal û 11 meh girtîgeha sepiyayî,
20 sal û 4 meh girtîgeha ragirtî,
Û 7 kes ji wan tevî sizayê girtîgehê li ser hev bi 466 lêdana derbên qamçiyan hatine mehkûmkirin.
Di nav tohmetbaran de:
Zarokek sizayê girtîgehê û 42 jin sizayê darvekirin, girtîgeh yan lêdana qamçiyan bi ser wan de hatiye sepandin ku ev hejmare 28 ji sedî ji tevahiya sizadanan pêk tîne.
Kuştin û birîndarbûna herî kêm 22 kolber
Li gorî amarên Hengawê, di şeş mehên yekem ên sala 2025an de, herî kêm 10 kolber bi gulleyên rasterast ên hêzên ser sînor û Spaha Pasdaran hatine kuştin û 12 kolber jî birîndar bûne.
Hûrdekariyên zêdetir:
- Kolberek nûciwan ê temen 17 salî li ser sînorê Newsûdê hate birîndarkirin.
- Li ser hev 73 ji sedî ji kolberan (16 kolber) bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin û birîndarkirin.
- Ev hejmare di heyama çend salên borî de kêmtirîn amara qurbanîbûna kolberan bûye.
Cudakirina kolberên hatinî kuştin pêka parêzgehan
Parêzgeha Sine: 16 kolber (6 kuştî û 10 birîndar)
Parêzgeha Kirmaşan: 5 kolber (4 kuştî û 1 birîndar)
Parêzgeha Urmiye: 1 kolber (1 birîndar)
Tomarkirina 108 haletên jinkujiyê di şeş mehên yekem ên sala 2025an de
Li gorî daneyên Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di şeş mehên yekem ên sala 2025an de, herî kêm 108 kuştina jinan li Îranê hatiye tomarkirin. Zêdetirî 80 ji sedî van haletane ji aliyê endamên nêzîk ên malbatê ve wekî mêr, bav, bira, destgirtî û endamên din ên malbatê hatine kuştin. Nakokiyên malbatî wekî sedema piraniya kuştina jinan hatine ragihandin.
Ew parêzgehên bi zêdetirîn amara jinkujiyê:
Parêzgeha Tehran: 16 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 13 halet
Parêzgehên Tewrêz, Xurasana Rezewî, Urmiye û Fars: Her yek 6 halet
Parêzgehên Elborz û Mazenderan: Her yek 5 halet