Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 138 girtî li girtîgehên Îranê li Kanûna 2024an
Hengaw; Pêncşemî 2ê Çileya 2025an
Di heyama meha Kanûna 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 138 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Mijdara 2024an ku 126 girtî hatibûne darvekirin, 12 girtî beranberî 9.5 ji sedî zêde kiriye. Ji %20 girtiyên hatinî darvekirin welatiyên Kurd bûne.
Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Kanûna 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 138 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 137 girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya girtiyeke dinê di halê lêkolînê de ye.
Pêka vê raporê, di heyama meha Kanûna 2024an de, aliyê kêm sizayê 28 girtiyên Kurd, 22 girtiyên Belûç, 15 girtiyên Tirk, 12 girtiyên Lor û 6 girtiyên Gîlek di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Herwisa aliyê kêm 9 hevwelatiyên Efxanî jî li meha Kanûnê hatine darvekirin.
Di meha Kanûna 2024an de sizayê darvekirina 6 jinan di girtîgehên Îlam (2 halet), Îsfehan, Zencan, Yezd û Sarî de hatiye birêveçûn ku her 6 jin bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi darvekirinê hatibûne sizadan.
Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 138 girtiyên ku di Kanûna 2024an de hatine darvekirin, tenê 3 kes ji wan di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 6 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn.
Cudakirin li gorî tohmetan
Di meha Kanûna 2024an de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 75 halet beranberî 54.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.
Madên hişber: 75 halet
Kuştina bi qest: 61 halet
Diziya çekdarane: 2 halet
Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan
Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Kanûna 2024an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 19 halet in. Li girtîgehên parêzgehên Îsfehan 14 halet û Fars jî 11 haletên darvekirinê hatine tomarkirin.
Parêzgeha Elborz: 19 halet
Parêzgehên Îsfehan: 14 halet
Parêzgeha Fars: 11 halet
Parêzgehên Yezd û Sîstan û Belûçistan: Her yek 10 halet
Parêzgeha Gîlan: 9 halet
Parêzgeha Urmiye: 8 halet
Parêzgeha Xurasana Başûr: 7 halet
Parêzgehên Xurasana Rezewî û Tewrêz: Her yek 6 halet
Parêzgehên Îlam, Loristan, Hemedan, Mazenderan, Qum, Qezwîn û Kirman: Her yek 4 halet
Parêzgehên Xûzistan, Merkezî û Gulistan: Her yek 2 halet
Parêzgehên Kirmaşan, Kehgîlûye û Bûyer Ehmed, Zencan û Simnan: Her yek 1 halet