Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 87 girtî li girtîgehên Îranê li meha Çileya 2025an

01 February 2025 12:40

Hengaw; Şemî 1ê Şibata 2025an

Di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 87 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Kanûna 2024an, 13 girtî beranberî 17.5 ji sedî zêde kiriye. Di meha Kanûna 2024an de sizayê darvekirina 74 girtiyan hatibû birêveçûn.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 87 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 82 ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 5 girtiyên dinê di halê lêkolînê de ye.

Pêka vê raporê, di heyama meha Çileyê de, aliyê kêm sizayê 17 girtiyên Kurd, 10 girtiyên Lor û 4 girtiyên Belûç di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Herwisa aliyê kêm 8 hevwelatiyên Efxanî jî li meha borî hatine darvekirin.

Di meha borî de sizayê darvekirina jinan yan jî zarokên bin 18 saliyê nehatiye tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 87 girtiyên ku di Çileya 2025an de hatine darvekirin, tenê nûçeya 3 kesan di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 6 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re bi rê ve çû.

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha borî de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tawanên kuştina bi qest bûne ku 50 halet beranberî 57.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Madên hişber: 35 halet

Kuştina bi qest: 50 halet

Destdirêjiya bi zorê û tundûtîjî: 2 halet

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Çileya 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Elborzê hatine darvekirin ku 20 halet in. Bi giştî di 20 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Elborzê zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Farsê bi 14 haletan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Elborz: 20 halet

Parêzgeha Fars: 14 halet

Parêzgehên Kirmaşan û Hormozgan: Her yek ji wan 6 halet

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 5 halet

Parêzgeha Îsfehan: 4 halet

Parêzgehên Yezd, Merkezî, Gulistan û Zencan: Her yek 3 halet

Parêzgehên Urmiye, Hemedan, Kehgîlûye û Bûyerahmed, Simnan, Xûzistan û Bûşêhr: Her yek 2 halet

Parêzgehên Sine, Kirman, Qum, Gîlan û Mazenderan: Her yek 1 halet

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin