Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Çileya 2025an de

Hengaw; Sêşemî 4ê Şibata 2025an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm 20 çalakvanên jin hatine girtin û 3 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 18 haletên jinkujî di bajarên ciyawaz ên Îranê de hatine tomarkirin. Di vê mehê de ti haleteke darvekirina jinan nehatiye tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Çileya 2025an de sizayê darvekirina jinan di Îranê de nehatiye tomarkirin.
Girtina 20 jin di Çileya 2025an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm 20 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 9 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û 6 kes ji wan çalakvanan jinên Kurd in û 11 jin jî Behayî ne.
Nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:
Îsfehan; 1- Roya Azadxoş 2- Nesrîn Xademî 3- Mojgan Pûrşefî`i 4- Azîta Rezwanîxah 5- Boşra Moteher 6- Sara Şekîb 7- Şurengîz Behamîn 8- Sanaz Raste 9- Meriyem Xorsendî 10- Ferxunde Rezwanîpî 11- Fîrûze Rastînijad.
Bokan; 12- Sirwe Şîrî 13- Befrîn Mehmûdî
Sine: 14- Ayda Emûyî
Ehwaz: 15- Ehlam Bender
Mehabad; 16- Gelawêj Mihemedî Erşed
Sebzewar; 17- Nahîd Melondî
Sewlava; 18- Perwîn Edwayî
Dêwulan; 19 Sohêla Mute`î
20; Erxewan Felahî
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm 3 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 12 sal û 6 meh girtîgehê hatine sizadan. Xezel Merzban Cûrşerî ji bilî vê ku sizayê girtîgehê bi ser de hatiye sepandin, bi 74 derbeyên qamçiyan jî hatiye sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi darvekirin, lêdana qamçî û girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Xezel Merzban Cûrşerî ya nûbawera Xirîstiyan a xelka Gîlanê bi 6 meh girtîgeh û lêdana 74 derbên qamçiyan hatiye sizadan.
2- Kewkeb Budaxî Penahî ya mamosteya xelka Îzeyê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
3- Şerare Rûhanî ya çalakvana Behayî û xelka Îsfehanê bi 6 sal girtîgehê hatiye sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 18 haletên jinkujiyê di Çileya 2025an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Çileya 2025an de, aliyê kêm 18 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku kuştina 16 kes ji wan ji aliyê kesên nêzî wan ve wekî hevjînê wan bûye.
Pêka vê raporê, 7 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 3 jin ji aliyê birayê xwe ve, 2 jin bi destê bavê xwe û jinek jî bi destê bira û bavê xwe hatine kuştin. Herwisa du jin bi destê kesên nenaskirî hatine kuştin û yên dinê jî, ji aliyê zava, xwazbînî û hevalên xwe yên kur ve hatine kuştin.
Ji gelempera 18 haletên jinkujiyê, herî kêm 9 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatina kuştin. Herwisa 3 jin bi hênceta parastina namûsê, jinek bi hênceta diziyê û jinek jî ji ber redkirina pêşniyara zewacê hatiye kuştin û sedema kuştina 3 jinan jî nexuya ye.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgeha Loristan: 4 halet
Parêzgeha Kirmaşan: 2 haletên jinkujî
Parêzgehên Urmiye û Sine: Her yek 2 haletên jinkujî
Parêzgehên Hemdan, Gîlan, Îlam, Sîstan û Belûçistan, Xûzistan, Elborz û Tewrêz: Her yek haletek jinkujiyê hatiye tomarkirin
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.