Birêveçûna sizayê darvekirina herî kêm 88 girtî li girtîgehên Îranê li meha Şibata 2025an

02 March 2025 22:34

Hengaw; Yekşemî 2ê Adara 2025an

Di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 88 girtî di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêveçûn. Ev amare pêka meha Şibata 2024an, 78 girtî beranberî ji %780 zêde kiriye. Di meha Şibata 2024an de sizayê darvekirina 10 girtiyan hatibû birêveçûn. Ji %.24 ji tevahiya girtiyên hatinî darvekirin Kurd bû.

Pêka amar û belgeyên ku di Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 88 girtiyan di girtîgehên Îranê de hatiye cîbicîkirin. Hêjayî gotinê ye ku, nasnameya tevaw a 81 ji van girtiyane ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin û nasnameya 7 girtiyên dinê di halê lêkolînê de ye.

Pêka vê raporê, herî kêm 3 jin di girtîgehên Xuremava, Sarî û Şîrazê de hatine darvekirin ku her sê jin jî bi tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan. Di meha Şibatê de birêveçûna sizayê darvekirina zarokên bin 18 saliyê nehatiye tomarkirin.

Hêjayî gotinê ye ku, ji tevahiya 88 girtiyên ku di meha Şibata 2025an de hatine darvekirin, tenê nûçeya 6 kesan di medyayên fermî yên Komara Îslamî ya Îran û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin. Herwisa sizayê darvekirina 4 girtiyan bi awayekî dizî ve û bi bê agehdarkirina malbatên wan û mafê hevtîtina bi malbatên xwe re hatiye birêveçûn. Herwisa welatiyekî Kurd li bajarê Îsferaynê di nav girseya xelkê de hate darvekirin.

Cudakirina darvekirinan pêka kêmîneyên netewî û etnîkî

Di meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 21 girtiyên Kurd li girtîgehên Îranê hatiye birêveçûn ku beranberî ji %24 ji tevahiya haletan e. Herwisa 14 girtiyên Lor beranberî ji %16.5 ji tevahiya haletan hatine darvekirin.

Girtiyên Kurd: 21 halet

Girtiyên Lor: 14 halet

Girtiyên Tirk: 9 halet

Girtiyên Belûç: 7 halet

Girtiyên Efxanî: 5 halet

Girtiyên Gîlek û Mazenî: 5 halet

Nexuya: 3 halet

Tat û Tirkemen: Her yek 1 halet

Fars: 22 halet

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha Şibatê de zêdetirîn darvekirin pêwendîdar bi tawanên madên hişber bûne ku 41 halet beranberî 46.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Madên hişber: 41 halet

Kuştina bi qest: 39 halet

Destdirêjiya bi zorê û tundûtîjî: 6 halet

Diziya çekdarane: 3 halet

Cudakirina girtiyên darvekirî pêka parêzgehan

Pêka amar û belgeyên Hengawê, di meha Şibata 2025an de zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Îsfehanê hatine darvekirin ku 20 halet in. Bi giştî di 18 parêzgehan de sizayê darvekirinê hatiye birêveçûn ku piştî parêzgeha Îsfehanê zêdetirîn amara darvekirinan li girtîgehên parêzgeha Elborzê bi 16 haletan hatiye tomarkirin.

Parêzgeha Îsfehan: 20 halet

Parêzgeha Elborz: 16 halet

Parêzgeha Kirmaşan: 10 halet

Parêzgeha Loristan: 7 halet

Parêzgeha Xûzistan: 6 halet

Parêzgehên Fars û Mazenderan: Her yek 4 halet

Parêzgehên Gîlan, Gulistan û Tewrêz: Her yek 3 halet

Parêzgehên Zencan, Xurasana Rezewî û Xurasana Başûr: Her yek 2 halet

Parêzgehên Kirman, Merkezî, Qezwîn, Sine, Urmiye û Xurasana Bakur: Her yek 1 halet

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin