Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Şibata 2025an de

Hengaw; Sêşemî 4ê Adara 2025an
Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm 10 çalakvanên jin hatine girtin û 4 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve bi girtîgeh û darvekirinê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 16 haletên jinkujî û 3 haletên darvekirina jinan di bajarên ciyawaz ên Îranê de hatine tomarkirin.
Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de
Di Şibata 2025an de aliyê kêm sizayê darvekirina 3 jin li girtîgehên cuda ên Îranê hatiye birêveçûn ku her sê kes berê bo tohmeta kuştina bi qest bi darvekirinê hatibûne sizadan û nasnameya wan wiha ye:
1- Meriyem Kawiyanî ji bajarê Xuremavayê di girtîgeha navendî ya Xuremavayê de hate darvekirin.
2- Mehtab Qazîzade ji Sarî di girtîgeha navendî ya Sarî de hate darvekirin.
3- Jineke din jî ya bi paşnavê Baqirnijad ji bajarê Şîrazê di girtîgeha Adilavaya Şîrazê de hate darvekirin.
Girtina 10 jin di Şibata 2025an de
Pêka belge û amarên Hengawê, di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm 10 çalakvanên jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku beranberî 8 ji sedî ji gelempera hevwelatiyên hatinî girtin li vê mehê ye û nasnameya jinên hatinî girtin wiha ye:
Tehran; 1- Seîde Muntezirî 2- Mîno Rozêdar 3- Gelare Ebasî 4- Hîwa Seyfîzade
Raşt; 5- Hemîde Zari`i 6- Nazîla Xanîpûr
Dêhdeşt; 7- Atife Tahirniya
Babol; 8- Someye Recebî
Kerec; 9- Ferîba Mîsaqî
Hevwelatiya Birîtanî; 10- Lîndozêy Forêmen
Derçûna sizayê girtîgehê bo çalakvanên jin
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm 3 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê li ser hev bi 10 sal û rojek girtîgehê hatine sizadan. Herwisa Şerîfe Mihemedî ya çalakvana kedkarî ya Tirk bi darvekirinê hatiye sizadan.
Nasnameya wan jinên ku bi darvekirin, lêdana qamçî û girtîgehê hatine sizadan wiha ye:
1- Şerîfe Mihemedî, çalakvana kedkarî ya Tirk û xelka Reştê bi darvekirinê hatiye sizadan.
2- Nazîla Xanîpûr, hevwelatiya Behayî ya xelka Reştê bi du sal û rojek girtîgehê hatiye sizadan.
3- Meisûme Eskerbeygî ya mamosteya xelka Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4- Nîre Bêhbûd, çalakvana xelka Tehranê bi 5 sal girtîgehê hatiye sizadan.
Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.
Tomarkirina 16 haletên jinkujiyê di Şibata 2025an de
Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata 2025an de, aliyê kêm 16 jin di bajarên cuda yên Îranê de ji aliyê kesên nêzî wan ve wekî hevjînê wan hatine kuştin.
Pêka vê raporê, 10 jin ji aliyê hevjînê xwe ve, 2 jin ji aliyê bavê xwe ve, 1 jin bi destê birayê xwe, jinek bi destê zawa, jinek bi destê mêrê xwîşka xwe û jinek jî ji aliyê hevkarê xwe ve hatiye kuştin.
Ji gelempera 16 haletên jinkujiyê, herî kêm 13 jin ji ber pirsgirêkên malbatî hatina kuştin. Herwisa 3 jin bi hênceta parastina namûs, xweberdan û ji ber diziyê hatine kuştin.
Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan
Parêzgehên Tewrêz, Gulistan û Hemedan: 3 halet
Parêzgehên Tehran, Fars, Elborz, Qezwîn, Kirmaşan, Sîstan û Belûçistan û Gîlan: Her yek 1 halet
Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêrsalarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û ramana li dijî jinan, dijayetiya kûr li dijî jinan normal dike.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dinirxîne ku tê de kuştin û destdirêjiyên sîstematîk li dijî jinan di hin qonaxan de hatiye yasayîkirin. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî li bin "cinayet li dijî mirovahiyê" biguncîne û wê yekê di pênaseya xwe ya navneteweyî de jî biguncîne û Komara Îslamî li gorî yasayên eşkere yên li dijî jinan û çewsandina pêkhatiya jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke aprtayda zayendî polend bike û di bin wê wateyê de tawanbar bike.