Rapora amarî ya Hengawê ji binpêkirinên mafê jinan li Îranê bi hilkefta 25ê Mijdarê
Pêka amar û belgên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, ji destpêka sala 2025an ve heta niha (25ê Mijdarê), herî kêm 176 haletên jinkujî, girtina 136 jin, birêveçûna sizayê darvekirina 45 jin, derçûna sizayê darvekirinê bo du çalakvanên jinan û derçûna sizayê girtîgeh û lêdana qamçiyan bo 163 çalakvanên jinan li Îranê hatiye tomarkirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê di wê baweriyê de ye ku tundûtîjiya li dijî jinan li Îranê, di bin hikûmeta ku apartayda zayendî wekî siyasetek fermî bi cih tîne, gihîştiye asteke krîzî. Ev rewşe di demekê de tê pêkanîn ku Îran li pîvana Cudahiya Zayendî ya Cîhanî di rêzbendiya herî nizim de ye.
Herî kêm 176 haletên jinkujiyê hatiye tomarkirin
Pêka amar û belgên Hengawê, ji destpêka îsal ve heta 25ê Mijdara 2025an, herî kêm 176 haletên jinkujiyê li bajarên cuda yên Îranê hatine tomarkirin ku herî kêm 25 halet bi hênceta namûsê hatine kuştin.
Li gorî vê raporê, zêdetirîn sedema haletên jinkujiyê ku 92 halet in, li medyayên ser bi Komara Îslamî bi "nakokiyên malbatî" hatine ragihandin. Lêkolînên Hengawê nîşan didin ku hejmareke zêde ji van kuştinan ji ber hêncetên namûsî hatine kirin, lê malbat û medyayên hikûmetî bi zanebûn van haletan wekî nakokiyên malbatî bi nav kirine. Hengaw bikaranîna destewajeya "nakokiyên malbatî" wekî hêncetekê dizane ji bo veşartin û kêmkirina asta hestan li hember kuştina jinan û kuştinên bi navê namûs û şerefê li Îranê.
Pêka lêkolînên Hengawê
- Herî kêm 11 jin ji ber qebûlnekirina daxwaza zewazê hatine kiştin.
- Herî kêm 9 jin ji ber daxwaza cudabûnê bi destê hevjînên xwe hatine kuştin.
- Herî kêm 10 jinên qurbaniya zarokzewacê bi destê hevjînên xwe hatine kuştin.
-Herî kêm 6 jinên qurbaniya zewaca bi zorê hatine kuştin.
Pêka amar û belgên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, zêdetirîn haletên jinkujiyê bi 27 haletan li parêzgeha Tehranê hatiye tomarkirin. Li parêzgehên Mazenderan û Kirmaşanê jî her yek 14 halet û li parêzgehên Xurasana Rezewî û Urmiyê jî her yek 13 haletên jinkujiyê hatiye tomarkirin.
Piştî van parêzgehan zêdetirîn amara jinkujiyê li parêzgeha Tewrêzê bi 10 halet, Sîstan û Belûçistan bi 9 halet, parêzgehên Loristan û Fars her yek 8 halet û parêzgeha Gîlanê jî 7 halet hatiye tomarkirin.
Hengaw huşdariyê dide ku beşeke zêde ji kuştina jinan li Îranê dikevin nava "amarên veşartî". Amarên veşartî ji wan amarane re tê gotin ku ji ber sedema nerohniya hikûmetî û medya û sedemên aloz ên siyasî û civakî beşeke zêde ji amaran di mijarên taybet de veşartî dimînin. Ji ber veşartina dewletê û sîstema yasayî ya ku li Îranê piştgiriyê dide malbatên mêrsalar, beşeke zêde ji kuştina jinan û kuştinên bi navê namûsê qet nayêne ragihandin, û bi vî awayî amar di van sîsteman de "veşartî" dimînin.
Berevajî baweriyên giştî, hebûna amara li ser belavbûna jikujiyê hemû demê nayê vê wateyê ku hejmara kuştina jinan li wan deveran zêdetir e; belkî tê vê wateyê ku haletên zêde ên jinkujiyan li wan navçeyane hatine tomarkirin. Li gorî lêkolînên amarî, li cihên ku amrên serast li derbarê kuştina jinan ber dest nîne, bi gelemperî karesatek veşartî di holê de ye.
Jinkujî bilindtirîn asta dijayetiya jinan di civakê de ye. Kuştinên ku wekî kuştinên bi navê namûsê têne kirin, tenê beşek ji jinkujiyê pêk tînin. Sedemên bingehîn ên jinkujiyê di civakan de, dîrok, hilkeft, yasayên mêrsalarî û dijî jinî ne. Li gorî raporên mafê mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 191 haletên jinkujiyê hatine tomarkirin, ku piraniya van kuştinan ji aliyê endamên nêzîk ên malbata jinê ve hatine kirin. Yasa û bîra dije jinî, kîna kûr a li hember jinan normalîze dikin û dibe sedem vê yekê ku jinan bi awayekî hêsantir û bê nirx bêne kuştin.
Birêveçûna sizayê darvekirina 45 jinan
Pêka amarên Henagwê, ji destpêka îsal ve herî kêm 45 jin li girtîgehên cuda ên Îranê hatine darvekirin ku ev amare pêka sala borî 21 halet beranberî ji %87.5 zêde kiriye.
Zêdetirîn jin bi tohmeta kuştina bi qest hatine darvekirin ku 29 halet beranberî ji %64.5 a tevahiya haletan pêk tînin. Herwisa 15 jin bi tohemta pêwendîdar bi madên hişber û jinek jî bi tohmeta çalakiyên mezhebî hatine darvekirin.
Cudakirina birêveçûna sizayê jinan pêka girtîgehên parêzgehan
Li girtîgehên parêzgehên Fars û Îsfehan: Her yek 7 halet
Li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî: 6 halet
Li girtîgehên parêzgehên Loristan, Tewrêz û Zencan: Her yek 3 halet
Li girtîgehên parêzgehên Mazenderan, Qezwîn, Qum, Simnan, Elborz û Urmiye: Her yek 2 halet
Li girtîgehên parêzgehên Hemedan, Gîlan û Gulistan: Her yek 1 halet
Li gorî aamrên cîhanî, Komara Îslamî ya Îranê li nav wan welatên ku rêjeyên herî bilind a darvekirina jinan hene, cih digire. Sîstema dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ne tenê ti piştgiriyekê nade wan jinên ku di zarokatiya xwe de hatine zewicandin û di zewacan de rastî tundûtûjiya tund a malbatî hatine, belkî bi awayekî sîstematîk jinan rûbirûyê zewacên û tundûtûjiyê wiha dike. Xweparastina van jinan, hekî bibe sedema kuştina mêrên tundajo ên di malbatê de, bi gelemperî dibe sedema darvekirin û kuştina jinan.
Herwisa di mijarên pêwendîdarê aborî û madeyên hişber de ev e ku, ew jinane piraniya deman ji rêya mêrên malbat ve yan jî, ji rêya revînê ve ji ber nebûna ewleyê li malê bi deranîna çekê û veguhastina madeyên hişber re mijûl in, ji bo Komara Îslamî ya Îranê girîng nîne. Ji ber vê yekê ye ku birêveçûna sizayê darvekirina jinan bi tohmetên nesiyasî piraniya deman pêwendî bi binpêkirinên mafê mirovî û mafê jinan ve heye.
Girtina 136 jin di kêmtirî 11 mehan de
Pêka vê raporê, di kêmtirî 11 mehan de herî kêm 136 çalakvanên jinan li seranserê Îranê ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin.
Zêdetirîn jinên hatinî girtin, çalakvanên jin ên Behayî pêk tînin ku 43 jin in.
Di vê derheqê de:
- Herî kêm 36 jinên zarok hatine girtin.
- Herî kêm 9 jinên Gîlek hatine girtin.
- Herî kêm 6 jinên Lor hatine girtin.
- Herî kêm 2 jinên Ereb û 2 jinên Tirkê Azerî hatine girtin.
- Herwisa sê kes ji jinên hatinî girtin bin temenê 18 saliyê û ji jinên Kurd bûne.
Komara Îslamî ne tenê mafên jinan zevt kiriye, belkî mijara wekheviya jinan û dîtina jinan a li qadên giştî wekî sizayekê nasandiye, û ji ber vê sedemê jî bi berdewamî çalakvanên jinan binçav dike.
Derçûna sizayê girtîgeh û darvekirinê bo 65 çalakvanên jin
Ji detpêka îsal ve 65 çalakvanên jin ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi sizayên wekî lêdana qamçiyan, girtîgeh û darvekirinê hatine rûbirûbûn. Du kes ji van jinan yên bi navên Nesîme Îslamzehî û Zehra Şehbaz Teberî bi darvekirinê hatine sizadan.
Herwisa 43 jin jî li ser hev bi 255 al û 7 meh û 12 roj girtîgeha sepiyayî û herwisa 6 sal girtîgeha ragirtî hatine sizadan.
Du jin tevî sizayê girtîgehê bi lêdana 252 derbên qamçiyan hatine sizadan.
Nêzîkî yek ji sêya jinên ku bi sizayê dadwerî yê dadgehên Îranê re hatine rûbirûbûn, ji çalakvanên jin ên Behayî bûne, ku 20 kes ji wan bi giştî bi 83 sal girtîgehê hatine sizadan.
Herwisa herî kêm 8 çalakvanên jin ên Gîlek û 5 çalakvanên jin ên Kurd bi girtîgehê hatine sizadan.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, Komara Îslamî ya Îranê wekî sîstemeke apartayda zayendî dihesibîne, ku tê de kuştin û azardana jinan a sîstematîk di hin qonaxan de yasayî kiriye. Divê civaka navneteweyî sîstema apartayda zayendî di bin "tawan li dijî mirovahiyê" de helsengîne û vê di pênaseya xwe ya navneteweyî biguncîne û Komara Îslamî li ser bingeha eşere ya dije jinê û pêkhateya çawsandina jinan di civaka Îranê de wek sîstemeke apartayda zayendî polen bike, û di bin vê têgehê de wê tawanar bizane.