Raporek ji hewlên hêzên hikûmetî bo pêşîgirtin ji birêveçûna rêûresma Newrozê li bajarên cuda yên Kurdistanê

15 March 2025 00:22

Hengaw; Înê 14ê Adara 2025an

Hêzên çekdar ên navendên cur bi cur ên Komara Îslamî ya Îranê ji wan Spaha Pasdaran û Yekîneya Taybet bi bênpêkirina azadiya kombûna welatiyên Kurd, hewl dan ji rêyên cur bi cur ve li bajarên Kirmaşan, Şino, Bokan û Seqizê pêşiya birêveçûna rêûresma taybet bi Newrozê bigirin.

Pêka rapora Hengawê, roja Înê 14ê Adara 2025an, hêzên hikûmetî di halekê de ku bi çekên nîvegirna wekî doşka hatiûne çekdarkirin, li destpêka rêya gundê “Sîngan” ê ser bi Şinoyê bi mebesta rêgirtin ji birêveçûna rêûresma Newrozê xalên lêkolînê danîbûn.

Herwisa hêzên Spaha Pasdaran û hêzên Întizamî bi danîna xalên pişkinînê, bi belavkirina amadebûyan û bicihkirina hêzên xwe li her du gundên “Kanî Sûrk” û girê “Qelatûk”ê rêgirî ji birêveçûna rêûresma Newrozê li gundê “Taçînavê” yê ser bi Şinoyê kirin, ku di encamê de şer û pevçûnên fîzîkî bi nerazîbûnan re kirin û beşeke zêde ji hêzên serkutkar ên hikûmetê ji aliyê xelkê ve hatine çekkirin.

Hengawê berê bi weşana vîdyoyekê nivîsîbû ku, roja borî rêyên hatin û çûna bajarê Şinoyê bi cihgirbûna hêzên serkutkar ên hikûmetî bi çekên nîvegiran hatibûne kontirolkirin

Li bajarê Bokanê jî çûna welatiyan bo çiyayê “Terexe”, cihê hatî diyarîkirin bo birêveçûna rêûresma Newrozê, ji aliyê hêzên Spaha Psdaran ve hatibû qedexekirin û ji birêveçûna rêûresmê rêgirî hate kirin.

Hevdem li Seqizê hêzên hikûmetî bi çêkirina astengî wekî bilindkirina axê û danîna xalên pişkinînê hewl dan ku ji birêveçûna rêûresma Newrozê   li çiyayê Caqulî yê vî bajarî rêgirî bikin. Di encamê de ev rêûresme di halekê de ku bi dironên hêzên hikûmetî dihate çavdêrîkirin bi amadebûna berfereh a xelkê hate lidarxistin.

Ji aliyek dinê ve, piştî nîveroya îro hêzên hikûmetî bi mebesta rêgirîkirin ji birêveçûna rêûresma Newrozê, li taxa Deredirêj a Kirmaşanê cihgir bûn ku ev rêûresme di encamê de tevî rêgirîkirin û paremaneke zêde, hate lidarxistin. Hin wêne gihane destê Hengawê ku nîşan didin trombêlên Yekîneya Taybet bi mebesta tirsandina welatiyan li Kirmaşanê di nav bajar de manhor lêdidan.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin