Salek ji nexuyabûna çarenivîsê; Bêserûşûnkirina bi zorê ya Jakan Baran, çalakvanê siyasî û mafê mirovî yê Kurd

Çarşemî 23ê Adara 2025an, salek bi ser bêserûşûnkirina bi zorê ya Jakan Baran, çalakvanê siyasî û mafê mirovî yê Kurd re tê derbasbûn. Ji dema bêserûşûnkirina bi zorê ve heta vê gavê, tevî hewlên berdewam ên malbata wî û Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, ti zanyarityek derbarê çarenivîsa wî ber dest nîne.
Gefên saziyên ewlehî û derketina bi zorê ji Herêma Kurdistanê
Husên Baqirî naskirî bi Jakan Baran ê temen 42 salî, hevkarê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê û çalakvanê siyasî yê xelkê Îlamê, roja 4ê Adara sala 2024an, bi sedema gefên rasterast ên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, neçar ma ku bajarê Hewlêrê li Herêma Kurdistanê bi cih bihêle. Wî dixwast ku bi rêyên sînorî yên neyasayî re derbasî Tirkiyê bibe û xwe bigihîne welatekî ewle li Ewropayê.
Dawî pêwendiya Jakan Baran nîşan dide ku ew piştî çend roj hewldanan, sînor derbas nekiriye û gotibû ku ew dixwaze vegere bajarê Soranê yê Herêma Kurdistanê. Piştî vê pêwendiyê ti şop û nîşaneyek ji wî nemaye.
Jakan Baran beriya ku ji Herêma Kurdistanê derkeve, peyamek vîdyoyî tomar kiribû û tê de navê kesekî ku berpirsê derbasbûna wî ji sînor bû, aniye ziman. Herwiha wî tekezî kiriye ku, eger ev vîdyoye belav bibe, tê wê wateyê ku ev kese yan jî derdorên wî bûne sedema pirsgirêkê ji bo wî.
Belgeyên ji rola Komara Îslamî ya Îranê di bêserûşûnkirina Jakan Baran de
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê pêka belge û lêkolînên xwe yên berfereh, Komara Îslamî ya Îranê bi awayekî rasterast berpirsê bêserûşûnkirina bi zorê ya Jakan Baran dizane.
Li gorî zanyariyên cihê baweriyê, ew kesê ku Jakan razî kiriye ku bi rêyên neyasayî yên sînorî re derbas bike, sîxurê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê bûye.
Ev kese piştî lipeyketinên xizmên Jakan, gef li wan xwariye û ew rastî bêrêzîkirin û tirsandinê anîne.
Ev kese di dawî lêdwanên xwe de îdia kiriye ku Jakan Baran vegeriyaye Îranê û niha li Îlamê ye, îdiayên ku ti belgeyek ji bo îsbatkirina wê tine ye û malbata wî jî herwisa ji rewşa wî bê agahdar e.
Gef, dîlgirtina malbatê û siyasetên serkuta sîstematîk
Jakan Baran bi sedema çalakiyên medenî û rêkxistinkirina xwenîşandanan li parêzgeha Îlamê di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de, çendîn caran ji aliyê hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve rastî gefa kuştin û revandinê hatibû.
Di yek ji mînakên gefxwarina fermî de, Ebdulwehab Bexşende, Serdozgerê Giştî yê parêzgeha Îlamê, di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de li televîzyona fermî ya Îranê, gefa girtinê û “gihandin bi sizayê kiriyên xwe” li Jakan Baran xwaribû.
Siyaseta dîlgirtina malbatên çalakvanên siyasî di derbarê Jakan Baran de jî hate meşandin
Di dema germahiya xwenîşandanan de, hêzên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê, bira û xwîşka Jakan Baran, Hesen Baqirî (38 salî) û Ferîba Baqirî (35 salî) li Malekşayê revandin û ew wek emrazekê ji bo bêdengkirina Jakan Baran ratsî zextan anîn.
Ev kiryare, mînaka sizayên komî û binpêkirina eşkere ya Konvansiyona Navneteweyî ya Mafê Mirovî ye.
Hewlên navneteweyî ji bo şopandina rewşa Jakan Baran
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê di heyama sala borî de, li Îran, Herêma Kurdistan û Almanyayê lipeyketinên berfireh ji bo dîtina çarenivîsa Jakan Baran encam daye.
Di heyama mehên borî de, zanyariyên cihê baweriyê gihane destê me ku nîşan dide saziyên ewlehî yên Îranê banga hejmarek ji çalakvan û girtiyên tevgera Jin Jiyan Azadî kirine û hişyarî dane wan ku eger çalakiyên xwe yên siyasî û sivîl bidomînin, dê “çarenivîseke mîna ya Jakan Baran bibînin û bi awayekî ku heta termê wan jî neyê dîtin”.
Hengaw di asta navdewletî de daxwazê ji parlemantarên Almanyayê kiriye ku bi rêya hikûmeta xwe re zextê li ser Komara Îslamî ya Îran, hikûmeta Tirkiye û hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin û derbarê çarenivîsa Jakan Baran zanyariyan wergirin.
Pêşîneya girtin, îşkence û serkuta Jakan Baran
Yekemîn girtin: Roja 16ê Kanûna 2017an bi êrîşa hêzên ewlehî li ser mala wî ya malbatî li Îlamê bi tohmeta “hewldan li dijî asayişa netewî” û “bêrêzîkirin li dijî pîroziyan” hatibû girtin.
Duyemîn girtin: Mehek piştî hingê, bi heman tohmetê hate girtin û dubare bi danîna barimteyê hate berdan.
Sêyemîn girtin: Di 19ê Adara 2019an li dema nîşandana nerazîbûnê li derheq serkutkirina rêûresma Melekşayê hatibû girtin û piştî 10 rojan gireva birçîbûnê di 7ê Nîsana 2019an de hatû berdan.
Derketina bi zorê ji welat: Ji ber gefên berdewam, di heman salê de neçar ma ji Îranê derkeve û li Herêma Kurdistanê bibe penaber.
Jakan Baran ku ji 17 saliya xwe ve ji ber bûyera hatinûçûnê kêmendam bibû, herwisa çalakiyên xwe berdewam dikir. Wî bi nîşandana nerazîbûnê li derheq rewaş penaberan, piştî xweşewitandina penaberek dinê, lêvên xwe dirûn û dest avêtibû bi greva birçîbûnê.
Jakan Baran di meşa tevgera “Jin, Jiyan, Azadî” de roleke bi bandor di organîzekirina xwenîşandanan de û dana zanyariyan derbarê serkut, kuştin û binçavkiriyên parêzgeha Îlamê lîstibû.
Tawanbarkirina Komara Îslamî bi tawana bêserûşûnkirina bi zorê
Li gorî madeya 2 a Peymana Navdewletî ya piştgirîkirin ji hemû kesan li hemberî bêserûşûnkirina bi zorê, her revandina kesekî, bêparkirina wî ji piştevaniya yasayî û redkirina zanyariyan li derbarê çarenivîs û cihê ragirtina wî, bêserûşûnkirina bi zorê û tawaneke navdewletî ye.
Hengaw li gorî belgeyên berdest, Komara Îslamî ya Îranê ji revandin û bêserûşûnkirina bi zorê ya Jakan Baran berpirsiyar dizane û daxwazê dike ku bi lez û bez hewlên navdewletî ji bo zelalkirina çarenivîsa wî were kirin.
Daxwazên diyarîkirî ji civaka navneteweyî
1- Dewletên Ewropa, Saziya Neteweyên Yekbûyî û Komîteya Mafê Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî divê daxwazê ji Komara Îslamî ya Îranê bikin ku di derbarê çarenivîsa Jakan Baran de zanyariyên rast bidin.
2- Divê komîteyeke rastiyan ya serbixwe li derheq lêkolînkirin li ser bêserûşûnbûna wî ya bi zorê were avakirin.
3- Divê zextên dîplomatîk û hiqûqî li dijî Komara Îslamî ya Îranê bi sedema binpêkirinên eşkere yên mafê mirovî bêne tundtirkirin.
Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê pabend e ku hemû şiyanên xwe yên yasayî û medyayî li ser asta navdewletî bikar bîne heta ku çarenivîsa hevkarên wê zelal bibe. Ev saziye dê li ser hewlên xwe yên ji bo givaşxistin li ser Komara Îslamî, hikûmeta Tirkiyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê berdewam bike û daxwazê ji hemû sazî û saziyên mafê mirovî, hikûmet û saziyên navdewletî dike ku, bi awayekî praktîkî ji bo berpirsyarkirina Komara Îslamî ya Îranê û bi dawîanîna siyaseta tepeserkirin û jinavbirina dijberên siyasî, bikevine tevgerê. Bêdengiya li hember vê tawanê, dê bibe çirayeke kesk ji bo berdewamiya siyasetên serkutkarî yên Komara Îslamî.