Rapora amarî ya Hengawê derbarê 57 qurbaniyên teqîna mînê di sala 2024an de li Îranê bi hilkefta roja Cîhanî ya Hişyarkirina Medyayî ji Metirsiyên Mînê

Hengaw; Înê 4ê Nîsana 2024an
Her sal roja 4ê Nîsanê, ji aliyê Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî ve bi mebesta agehdarkirina metirsiyên mîn û navçeyên tûşbûyî bi mînê û gulleyên neteqiyayî yên şer, wek “Roja Cîhanî ya Hişyarkirina Medyayî ji Metirsiyên Mînê” hatiye binavkirin. Ji bo vê mebestê, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê raporek amarî ji qurbaniyên mînan di sala 2024an de amade kiriye, ku tê de xuya dike ku di vê heyamê de herî kêm 57 hevwelatî li Îranê bûne qurbaniyên teqîna mînan.
Li gorî amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala borî de, li navçeyên sînorî yên Îranê herî kêm 19 hevwelatî ji ber teqîna mîn û cebilxaneyên şer yên karnekirî hatine kuştin û 38 hevwelatiyên dinê jî birîndar bûne yan kêmendam bûne.
Teqîna mînên ku ji şerê 8 sale yê Îran û Iraqê bi cih mane û herwiha mînên ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve di van salan de hatine çandin, herwisa li Îranê berdewam qurbaniyan digirin. Zêdetirî 16% ji qurbaniyên teqîna mînê di sala borî de zarok bûne û ji %40.5 jî welatiyên Kurd bûne. Herwisa qurbaniyên teqîna minan li sînorên Sîstan û Belûçistanê di sala 2024an de zêdebûnek berçav hebûye û ji %30 qurbaniyên teqîna mînan li sala 2024an penaberên Efxanistanê bûne.
Herwiha di heyama sala borî de herî kêm 5 zarok û nûciwnên bin 18 salî û 4 jin jî bûne qurbaniyên teqîna mînê. Di nav van kesan de 3 zarok û jinek Belûç, 3 zarok û jinek Ereb û jinek Kurd hebûne.
Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan
Di sala borî de herî zêde qurbaniyên mînê li sînorên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 24 haletan hatiye tomarkirin. 4 endamên Spaha Pasdaran û 12 hevwelatiyên Efxanistanê li vê parêzgehê bûne qurbanî. Li parêzgeha Kirmaşanê jî 11 haletên qurbaniyên mînê hatine tomarkirin.
Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 24 halet (11 canjidestdan û 13 birîndar)
Parêzgeha Îlam: 8 halet (2 canjidestdan û 6 birîndar)
Parêzgeha Kirmaşan: 11 halet (3 canjidestdan û 8 birîndar)
Parêzgeha Sine: 3 halet ( 1 canjidestdan û 2 birîndar)
Parêzgeha Xûzistan: 5 halet (1 canjidestdan û 4 birîndar)
Parêzgeha Urmiye: 6 halet (1 canjidestdan û 5 birîndar)
Cudakirina qurbaniyên mînê pêka qata civakî
Di sala borî de zêdetirîn welatiyên ku bûne qurbaniyên mînê, penaberên Efxanî bûne ku 14 halet in û herî kêm 12 hevwelatiyên asayî û şewatber jî bûne qurbaniyên teqîna mînê.
Penaber: 14 halet (6 canjidestdayî û 8 birîndar)
Welatiyên asayî: 12 halet (3 canjidestdayî û 9 birîndar)
Şewatber: 10 halet (4 canjidestdayî û 6 birîndar)
Kedkar: 7 halet (4 canjidestdayî û 3 birîndar)
Leşkerî: 6 halet (1 canjidestdayî û 5 birîndar)
Kolber: 5 halet (5 birîndar)
Ajeldar: 2 halet (1 canjidestdayî û 1 birîndar)
Cotiyar: 1 halet (1 birîndar)
Cudakirina qurbaniyên teqîna mînê di sala 2024an de pêka kêmîneyên netewî û etnîkî
Pêka vê raporê, di sala borî de zêdetirîn qurbaniyên teqîna mînê li asta Îranê welatiyên Kurd bûne ku 23 halet beranberî ji 40% li xwe digire. Herwisa 17 hevwelatiyên Efxanî (ji 30%) û 8 hevwelatiyên Belûç jî qurbaniya teqîna mînê ne.
Welatiyên Kurd: 23 halet (6 canjidestdayî û 17 birîndar)
Hevwelatiyên Belûç: 8 halet (2 canjidestdayî û 6 birîndar)
Hevwelatiyên Ereb: 5 halet (1 canjidestdayî û 4 birîndar)
Nexuya: 4 halet (1 canjidestdayî û 3 birîndar)
Hevwelatiyên Efxanî: 17 halet (9 canjidestdayî û 8 birîndar)
Di sala 2024an de li encama teqîna mînan herî kêm 23 welatiyên Kurd canê xwe ji dest dane û birîndar bûne
Li gor amarên hatinî tomarkirin li Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê, di sala 2024an de herî kêm 23 welatiyên Kurd li parêzgehên Îlam, Kirmaşan, Sine û Urmiyê bûne qurbaniyên teqîna mayînan, ku 6 ji wan canê xwe ji dest dane û 17 kesên dinê jî birîndar bûne. Ev amare beranberî ji %40 ji tevahiya qurbaniyên teqîna mayînan li Îranê ye.
Du ji wan welatiyên Kurd ku sala borî bûne qurbaniyên teqîna mînan jin bûne ku yek ji wan canê xwe ji dest daye.
Cudakirina welatiyên Kurd ên qurbaniyên teqîna mînê pêka parêzgehan
Parêzgeha Kirmaşan: 11 halet
Parêzgeha Urmiye: 6 halet
Parêzgeha Îlam: 3 halet
Parêzgeha Sine: 3 halet
Hatina kuştin û birîndarbûna herî kêm 17 hevwelatiyên Efxanistanê ji ber teqîna mînan li Îranê
Di sala 2024an de, herî kêm 17 hevwelatiyên Efxanistanê beranberî 30 ji sedî ji tevahiya amara qurbaniyên mînê di vê salê de, bûne qurbaniyên teqîna mînan li ser sînorên Îranê.
Ji gelempera 17 qurbaniyên teqîna mînê 9 kesan canê xwe ji dest dane û 8 kes jî birîndar bûn an jî bûne kêmendam.
Di sala borî de 14 penaberên Efxanî, ji wan 6 canjidestdayî û 3 şewatber, ku her sê jî canê xwe ji dest dane, bûne qurbaniyên teqîna mînan.
Li gorî lêkolînên Hengawê, ji bilî mînên heyî yên ji dema şerê Îran û Iraqê, hatiye diyarkirin ku di salên borî de hikûmeta Îranê bi hinceta rûbirûbûna bi partiyên Kurdistan û Belûçistanê re, dest bi danîna mînên nû li sînoran kiriye. Zêdebûna hejmara qurbaniyên mînan li parêzgehên Sine û Urmiye û Sîstan û Belûçistanê yek ji berhema vê siyaseta ewlehî ye.