Rapora amarî ya Hengawê derbarê qurbaniyên mînê li Îranê bi minasibeta roja cîhanî ya Hişyarkirina Medyayî ji Metirsiya Mînê

04 April 2024 11:00

Hengaw; Pêncşemî 4ê Nîsana 2024an

Roja 4ê Nîsanê her sal ji aliyê Civata Giştî ya Netewên Yekgirtî ve ji bo agehdarkirina metirsiyên mîn û navçeyên tûşbûyî bi mînê û gulleyên neteqiyayî yên şer, wek “Roja Cîhanî ya Hişyariya Mînan” hatiye binavkirin. Ji bo vê mebestê, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê raporek amarî ji qurbaniyên mînan di sala borî de (4ê Nîsana 2023an heta 3ê Nîsana 2024an) amade kiriye, ku tê de xuya dike ku di vê heyamê de herî kêm 52 hevwelatî li Îranê bûne qurbaniyên teqîna mînan.

Teqîna mînên ku ji şerê 8 sale yê Îran û Iraqê bi cih mane û herwiha mînên ku ji aliyê Spaha Pasdaran ve di salên dawî de hatine çandin, herwisa li Îranê berdewam qurbaniyan digirin. Zêdetirî 17% ji qurbaniyên teqîna mînê di sala borî de (4ê Nîsana 2023an heta 3ê Nîsana 2024an) zarok û jin bûne û %57.5 jî welatiyên Kurd bûne.

Li gor amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama sala borî de, li navçeyên sînorî yên Îranê, herî kêm 13 hevwelatî ji ber teqîna mîn û cebilxaneyên şer yên karnekirî hatine kuştin û 39 hevwelatiyên dinê jî birîndar bûne yan kêmandam bûne.

Li gor vê raporê, zêdetir ji %67 qurbaniyên teqîna mîn li parêzgehên Îlam, Kirmaşan û Urmiye hatine tomarkirin ku 30 ji wan welatiyên Kurd û 5 jî penaberên Efxanistanê bûne.

Herwiha di heyama sala borî de herî kêm 7 zarok û nûciwnên bin 18 salî û 2 jin jî bûne qurbaniyên teqîna mînê. Li bajarên Sine (2 zarok), Bane û Bokanê 4 zarok, li Bostana Xûzistanê 2 zarok, li Serawana Sîstan û Belûçistanê jî zarokek hatine kuştin. Li bajarên Bostan û Mêhranê 2 jin ji ber teqîna mînê birîndar bûne.

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan

Di sala borî de herî zêde qurbaniyên mînê li sînorên parêzgeha Sîstan û Belûçistanê bi 13 haletan hatine tomarkirin. 4 endamên Spaha Pasdaran û 7 kasibkar (şewatber) û hevwelatî ku 5 ji wan canê xwe ji dest dane welatiyên Efxanistanê bûne. Li parêzgeha Îlamê jî 12 haletên qurbaniyên mînê hatine tomarkirin ku 5 ji wan penaberên Efxanî bûne.

Parêzgeha Sîstan û Belûçistanê: 13 halet (6 canjidestdan û 7 birîndar)
Parêzgeha Îlam: 12 halet (3 canjidestdan û 9 birîndar)
Parêzgeha Kirmaşan: 11 halet (3 canjidestdan û 8 birîndar)
Parêzgeha Sine: 10 halet ( 10 birîndar)
Parêzgeha Xûzistan: 4 halet (1 canjidestdan û 3 birîndar)
Parêzgeha Urmiye: 2 halet (2 birîndar)

Cudakirina qurbaniyên mînê pêka qata civakî

Di sala borî de zêdetirîn welatiyên ku bûne qurbaniyên mînê, welatiyên asayî bûne, ku 19 halet in û 18 karker û kolber û  şewatber jî bûne qurbaniyên teqîna mînê.

Welatiyên asayî: 19 halet (5 canjidestdayî û 14 birîndar)
Karker (kolber, şewatber û ajeldar): 18 halet (7 canjidestdayî û 11 birîndar)
Leşkerî: 5 halet (1 canjidestdayî û 4 birîndar)

Li gorî lêkolînên Hengawê, ji bilî mînên heyî yên ji dema şerê Îran û Iraqê, hatiye diyarkirin ku di salên borî de hikûmeta Îranê bi hinceta rûbirûbûna bi partiyên Kurdistan û Belûçistanê re, dest bi danîna mînên nû li sînoran kiriye. Zêdebûna hejmara qurbaniyên mînê li parêzgehên Sine û Urmiyê û Sîstan û Belûçistanê yek ji berhema vê siyaseta ewlehî y.


Di vî warî de zêde bixwînin