Rapora taybet a Hengawê li ser binpêkirina berfireh a mafê mirovî li Îranê di sala 2025an de

01 January 2026 20:07

Hengaw; Pêncşemî 1ê Çileya 2025an

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê bi belavkirina raporeke berfireh li ser rewşa mafê mirovî li Îranê di sala 2025an de, bal kişandiye ser aliyên nîgeranker ên binpêkirina mafên bingehîn ên hevwelatiyan. Ev rapora amarî, ku li ser bingeha daneyên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê hatiye amadekirin, wêneyek ji zêdebûna asta darvekirinan, binçavkirin, tundûtîjiya sîstematîk û haletên din ên binpêkirina mafên mirovan li seranserê Îranê nîşan dide.

Beşa 1

Li gorî daneyên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Hengawê, di sala 2025an de:

1858 girtî hatine darvekirin.

74 hevwelatiyên sivîl bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin.

59 girtî li girtîgehan canê xwe ji dest dane.

46 hevwelatî bûne qurbaniyên teqîna mîn û teqemeniyan.

1552 hevwelatî bi nasnameya piştrastkirî hatine girtin.

24 çalakvanên siyasî û nerazî (xwepêşander) bi darvekirinê hatine sizadan.

454 çalakvanên siyasî bi girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine sizadan.

207 jin ji ber tundûtîjiya nav malê ji aliyê endamên malbata xwe ve hatine kuştin.

Kuştina jineke kuîr (queer) û şiroveyeke kurt li ser rewşa vê texa civakê li Îranê.

Hûrgiliyên rapora berfireh a Hengawê derbarê her mijarekê dê di rojên bê de bêne belavkirin.

Beşa 2

Darvekirina herî kêm 1858 girtiyan di sala 2025an de

Li gorî zanyariyên tomarkirî, di vê salê de sizayê darvekirina 1858 girtiyan li girtîgehên cuda yên Îranê hatiye cîbicîkirin. Ev amare li gorî sala 2024an zêdetirî %100 zêde bûye. Sala borî 909 girtî li Îranê hatibûne darvekirin.

Xalên girîng derbarê amara darvekirinan:

- Nasnameya 1796 girtiyên darvekirî hatiye piştrastkirin û nasnameya 62 girtiyan jî di qonaxa lêkolînê de ye.

- Herî kêm 55 jin hatine darvekirin.

- Herî kêm zarok-Tohmetbarek hatiye darvekirin.

- Tenê 75 haletên darvekirinan di medyayên hikûmetî de hatine belavkirin.

- Herî kêm 81 girtî bi awayekî veşartî û bêyî mafê hevdîtina dawî hatine darvekirin.

- Sizayê darvekirina herî kêm 11 girtiyan li ber çavên xelkê (li qada giştî) hatiye cîbicîkirin.

Hûrgiliyên zêdetir ji tohmetên ku bûne sedema darvekirinê:

Tohmetên siyasî, olî û sîxurî: 43 girtî

Tohmeta kuştina bi qesd: 915 girtî

Tohmetên girêdayî madên hişber: 852 girtî

Tohmeta destdirêjiya zayendî: 36 girtî

Tohmeta diziya çekdarî: 12 halet

Tohmetbarê aborî: 1 girtî

Cudakirina girtiyên darvekirî li gorî kêmîneyên neteweyî û etnîkî:

Girtiyên Kurd: 264 girtî

Girtiyên Lor: 239 girtî

Girtiyên Tirkên Azerî: 164 girtî

Girtiyên Belûç: 142 girtî

Girtiyên Gîlek: 92 girtî

Girtiyên Ereb: 73 girtî

Girtiyên Turkmen: 13 girtî

Girtiyên Tat: 5 girtî

Girtiyên Qeşqayî: 2 girtî

Nasnameya etnîkî ji bo Hengawê nehatiye piştrastkirin: 271 girtî

Girtiyên Fars: 506 girtî

Girtiyên hevwelatiyên Efxanî: 85 girtî

Beşa 3

Kuştina 74 hevwelatiyên sivîl bi teqeya hêzên hikûmetî di sala 2025an de

Di heyama sala derbasbûyî de, kuştina hevwelatiyên sivîl bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî (Spaha Pasdaran, Besîc, Hêzên Întizamî û Polîs) li gorî salên borî zêdebûneke berbiçav hebûye û piraniya wan ji ber keşa ewlehiyê li Îranê di dema şerê 12 rojan ê Îran û Îsraîlê de hatine kuştin.

Bi piştgirêdan bi amarên Hengawê, di sala 2025an de herî kêm 74 hevwelatiyên sivîl bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin ku ev amare li gorî sala borî herî kêm 46 halet wate %164 zêde bûye.

Li gorî vê raporê:

- Herî kêm %59.5ê hevwelatiyên sivîl ên hatinî kuştin wate 44 halet, hevwelatiyên Belûç bûne.

- Herwiha herî kêm 15 welatî (%20) jî welatiyên Kurd bûne.

- Herî kêm 6 jin bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetê hatine kuştin.

- Herî kêm 3 zarok di sala borî de bi teqeya rasterast a hêzên hikûmetî hatine kuştin û navên wan wiha ne:

Yûsif Şehlîbor, 5 salî xelkê Îranşehrê

Reha Şêxî, 4 salî xelkê Xumeynê

Zulfeqar Şerîfî, 7 salî xelkê Howeyze

Hêjayî behskirinê ye ku, herî kêm 40 kes ji van hevwelatiyan li heyama 40 rojên piştî destpêkirina şerê Îran û Îsraîlê û di encama mîlîtarîzekirina bajaran û bi taybetî danîna xalên pişkinînê li rêyên çûna nav bajaran ji aliyê hêzên serkutker ên hikûmetî ve hatine kuştin ku dike %55ê tevahiya amara kuştina hevwelatiyên sivîl di sala 2025an de.

Beşa 4

Rewşa girtîgehan: Canjidestdana herî kêm 59 girtiyan di sala 2025an de

Li gorî daneyên tomarkirî ji aliyê Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ve, di sala 2025an de herî kêm 59 girtiyan li girtîgehên Îranê canê xwe ji dest dane. Ev amare li gorî sala borî herî kêm 37 halet wate %168 zêde bûye.

Bi kurtî derbarê amarê:

- Herî kêm 7 girtî ku sê ji wan girtiyên Kurd bûn, di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

- Bi piştgirêdan bi daneyên Hengawê, 34 girtî ji ber pêranegihîştina pizîşkî canê xwe ji dest dane.

- Herî kêm 11 girtiyan li girtîgehên Îranê xwe kuştine.

- Herî kêm 8 girtiyên siyasî ku 3 girtiyên Kurd û 2 girtiyên Ereb tê de ne, canê xwe ji dest dane.

Li gorî amara Hengawê:

- Herî kêm 21 girtiyên ku canê xwe ji dest dane wate %35.5ê tevahiya haletan, girtiyên Kurd bûne.

- 8 girtiyên Belûç, 4 girtiyên Gîlek, 4 girtiyên Ereb û 2 girtiyên Lor jî canê xwe ji dest dane.

- Herî kêm du hevwelatiyên biyanî yên xelkê welatên Swîs û Efxanistanê canê xwe ji dest dane.

- Herî kêm 13 kes ji girtiyan Fars bûne û zanyariyên hûrgilî yên nasnameyê di derbarê 5 girtiyan de li ber dest nînin.

Beşa 5

Piştrastkirina nasnameya 1552 hevwelatiyên girtî di sala 2025an de

Di sala 2025an de, herî kêm 1552 hevwelatî ji aliyê saziyên ewlehî yên Komara Îslamî ya Îranê ve hatine girtin an revandin ku nasnameya wan a tam ji bo Hengawê hatiye piştrastkirin. Ev amar tenê wan kesan li xwe digire ku ji ber sedemên siyasî, çandî, sivîl û olî hatine girtin û nasnameya wan a tam hatiye piştrastkirin.

Cudakirina girtiyan li gorî kêmîneyên neteweyî û etnîkî:

Ji tevahiya 1552 hevwelatiyên girtî ku nasnameya wan a tam hatiye piştrastkirin, herî kêm 729 halet wate %47ê tevahiya girtiyan, welatiyên Kurd bûne.

- Tomarkirina girtina 729 welatiyên Kurd

- Girtina 272 hevwelatiyên Fars

- Tomarkirina girtina 256 hevwelatiyên Belûç

- Tomarkirina girtina 79 hevwelatiyên Lor

- Tomarkirina girtina 74 hevwelatiyên Ereb

- Tomarkirina girtina 55 hevwelatiyên Tirkên Azerî

- Tomarkirina girtina 33 hevwelatiyên Gîlek

- Tomarkirina girtina 15 hevwelatiyên biyanî

- Tomarkirina girtina 5 hevwelatiyên Sîstanî

- Tomarkirina girtina 4 hevwelatiyên Qeşqayî

- Tomarkirina girtina 2 hevwelatiyên Turkmen

- Zanyariyên hûr derbarê nasnameya etnîkî ya 29 hevwelatiyan ji bo Hengawê nehatine piştrastkirin.

Girtina zarokan:

Di sala 2025an de û bi piştgirêdan bi amara Hengawê, herî kêm 48 zarokên bin 18 saliyê ji aliyê saziyên hikûmetî yên Îranê ve hatine girtin ku zêdetirî %98ê wan zarokên Kurd, Belûç û Lor bûne. Sê kes ji zarokên girtî keç (3 keçên Kurd) û 45 kes jî kur bûne.

Zarokên Kurd: 25 halet wate %52ê tevahiya zarokên girtî.

Zarokên Belûç: 18 halet wate %37.5ê tevahiya zarokên girtî.

Zarokên Lor: 4 halet wate %8.5ê tevahiya zarokên girtî.

Zarokên Ereb: 1 halet wate %2ê tevahiya zarokên girtî.

Zanyariyên zêdetir derbarê girtina 167 jinan:

Bi piştgirêdan bi amara Hengawê, di sala 2025an de herî kêm 167 çalakvanên jin hatine girtin ku dike %10.5ê tevahiya girtinan di vê salê de.

- Herî kêm 51 jinên Behayî hatine girtin.

- Herî kêm 41 jinên Kurd hatine girtin.

- Herî kêm 14 jinên Gîlek hatine girtin.

Zanyariyên zêdetir derbarê girtina 177 çalakvanên kêmîneyên olî:

Di sala 2025an de herî kêm 177 kes ji ber çalakiyên olî ji aliyê hêzên hikûmeta Îranê ve hatine girtin ku piraniya wan peyrewên ola Behayî û Sune mezheb bûne.

- Tomarkirina girtina 82 çalakvanên Behayî

- Tomarkirina girtina 58 çalakvanên Sune mezheb

- Tomarkirina girtina 21 çalakvanên peyrewê Hereketa Yemanî

- Tomarkirina girtina 8 Nûbawerên Xirîstiyan

- Tomarkirina girtina 5 çalakvanên peyrewê ola Yarsan

- Tomarkirina girtina 3 mamosteyên Şîe yên nerazî

Zanyariyên zêdetir derbarê girtina çalakvanên pîşeyî, hunermend û parêzeran:

- Herî kêm 41 mamosteyên dibistan û zanîngehê hatine girtin.

- Herî kêm 19 xwendekar hatine girtin.

- Herî kêm 14 parêzer hatine girtin.

- Herî kêm 21 çalakvanên medyayî û rojnamevan hatine girtin.

- Herî kêm 45 hunermend û nivîskar hatine girtin.

Beşa 6

Qurbaniyên teqîna mînan di sala 2025an de

Di sala 2025an de, herî kêm 46 hevwelatî li Îranê bûne qurbaniyên teqîna mîn an teqemeniyan. Ev mînane paşmayên şerê Îran û Iraqê û mînên çandî ji aliyê Spaha Pasdaran û herwiha teqemeniyên neteqiyayî yên serdema şerê 12 rojî yê Îran û Îsraîlê li xwe digirin. Sala borî herî kêm 57 kes bibûn qurbaniyên teqîna mînan.

Ji vê hejmarê:

20 kesan canê xwe ji dest dane.

26 kes birîndar bûne an endamên laşê xwe ji dest dane.

23 halet wate %50ê qurbaniyan zarok û jin bûne.

Zanyariyên zêdetir li ser qurbaniyan:

- Herî kêm 18 zarokên bin 18 saliyê bûne qurbanî ku 5 kes ji wan canê xwe ji dest dane.

- Herî kêm 5 jin ku 3 zarokên bin 18 saliyê tê de ne, bûne qurbanî.

- Herî kêm 16 welatiyên Kurd bûne qurbanî.

- Herî kêm 11 hevwelatiyên Belûç û 10 welatiyên Lor bûne qurbanî.

- Herî kêm 3 hevwelatiyên Efxanistanê û 3 hevwelatiyên Ereb bûne qurbanî.

Ev amare nîşana berdewamiya metirsiya mînan ji bo hevwelatiyên Îranê ye, bi taybetî li herêmên sînorî û kêmgeşekirî.

Beşa 7

Sepandina sizayê giran: Darvekirin, girtîgeh û lêdana qamçî ji bo çalakvanên siyasî, sivîl û olî

Di sala 2025an de, herî kêm 454 çalakvanên siyasî, olî û sivîl ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve hatine darizandin û bi sizayên wekî darvekirin, girtîgeh û lêdana qamçiyan hatine mehkûmkirin. Zêdetirî %49ê çalakvanên ku hatine darizandin û bi girtîgehê hatine sizadan (219 halet), çalakvanên Kurd in.

Herî kêm 30 kes ji van kesan bi darvkirinê hatine sizadan ku sizayê 6 kes ji wan di Dadgeha Pêdaçûnê de hatiye hilweşandin û sizayê du kes ji wan jî hatiye cîbicîkirin.

Ji nav 26 kesên ku hê jî bi sizayê darvekirinê re rû bi rû ne:

5 kes Gîlek,

5 kes Kurd,

3 kes Belûç,

3 kes Ereb,

2 kes Tirkên Azerî,

û 3 kes jî Fars in.

Sê jinên girtî yên bi navên Nesîm Îslamzehî ya hevwelatiya Belûç, Zehra Şehbaz Teberî ya hevwelatiya Gîlek û Şerîfe Mihemedî ya hevwelatiya Tirkên Azerî jî bi darvekirinê hatine sizadan. Herçend sizayê Şerîfe Mihemedî hate hilweşandin û bo 30 sal girtîgehê hate guhertin, du kesên din hê jî bi metirsiya cîbicîkirina sizayê darekirinê re rû bi rû ne.

Tevî vê yekê:

Ev 454 çalakvanên siyasî, olî û sivîl bi girtîgeh, lêdana qamçî û bêparkirinên civakî jî hatine sizadan.

Ev çalakvan bi giştî bi:

1766 sal û 11 roj girtîgeha sepiyayî (teizîrî),

32 sal û 8 meh girtîgeha ragirtî (teilîqî)

û 11 kes ji wan jî bi giştî bi 728 lêdanên qamçiyan hatine sizadan.

Sepandina siza bi ser kêmîneyên neteweyî û etnîkî de:

- Herî kêm 219 çalakvanên Kurd bi giştî bi 580 sal û 11 meh û 21 roj girtîgeha sepiyayî, 29 sal û 8 meh girtîgeha ragirtî û 188 derbên qamçiyan hatine sizadan. Herwiha 10 çalakvanên Kurd bi darvekirinê hatibûne sizadan ku sizayê darvekirina 5 kes ji wan hatiye hilweşandin û li benda sizayên nû ne.

- Herî kêm 31 çalakvanên Tirkên Azerî bi giştî bi 158 sal girtîgeh û 2 kes jî bi darvekirinê hatine sizadan.

- Herî kêm 24 çalakvanên Lor bi 103 sal û 8 meh girtîgehê û yek jî bi darvekirinê hatiye sizadan.

- Herî kêm 19 çalakvanên Ereb bi giştî bi 172 sal û 8 meh girtîgehê û 3 kes jî bi darvekirinê hatine sizadan.

- Herî kêm 11 çalakvanên Gîlek bi 18 sal û 8 meh û 17 roj girtîgehê û 5 çalakvanên Gîlek jî bi darvekirinê hatine sizadan.

- Herî kêm 6 çalakvanên Belûç bi 26 sal û 6 meh girtîgehê û 3 çalakvan jî bi darvekirinê hatine mehkûmkirin.

Zanyariyên zêdetir di vê derbarê de:

- Du zarokên 17 salî yên Kurd û Belûç bi giştî bi 12 salan girtîgehê hatine sizadan.

- Herî kêm 78 jin bi giştî bi 354 sal û 10 meh û 12 roj girtîgeha sepiyayî, 9 sal girtîgeha ragirtî û 252 derbên qamçiyan hatine sizadan û 2 jin jî bi darvekirinê hatine sizadan.

- Herî kêm 12 çalakvanên medyayî bi 26 sal û 6 meh û 15 roj girtîgfeha sepiyayî hatine sizadan.

Kêmîneyên olî û mezhebî:

- Herî kêm 15 Nûbawerên Xirîstiyan bi giştî bi 139 sal û 2 meh girtîgehê û 174 derbên qamçiyan hatine sizadan.

- Herî kêm 29 çalakvanên Behayî bi giştî bi 142 sal û 2 meh û 17 roj girtîgeha sepiyayî hatine sizadan.

- Herî kêm 29 çalakvanên Sune mezheb bi giştî bi 92 sal û 5 meh girtîgeha sepiyayî, 9 sal girtîgeha ragirtî û herwiha 3 çalakvan jî bi darvekirinê hatine sizadan.

Beşa 8

Kuştin û birîndarbûna 59 kolberan di sala 2025an de

Bi piştgirêdan bi amarên tomarkirî di Navenda Amarî ya Hengawê de, di sala 2025an de herî kêm 59 kolber li sînorên parêzgehên Kirmaşan, Sine û Urmiyê bûne qurbanî. Ev amare li gorî sala borî herî kêm 280 halet wate %82.5 kêmbûn nîşan dide. Di sala 2024an de herî kêm 339 kolber û kasibkar hatibûne kuştin.

Li gorî vê raporê herî kêm 25 kolber û kasibkar hatine kuştin ku dike %42.5ê tevahiya amarê û herî kêm 34 kolber jî birîndar bûne.

Herî kêm 49 halet wate %83ê kolberên ku hatine kuştin an birîndarkirin, bi teqeya rasterast a hêzên çekdar ên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî. 4 kolber di encama bûyerên sirûştî û 3 kolber jî di encama teqîna mînan de bûne qurbanî. 3 kolberên din jî bi bûyera hatûçûnê, rawestana dil û lêdan û kutanê bûne qurbanî.

Zanyariyên zêdetir:

- Herî kêm du zarok-kolberên 17 salî li sînorên Newsûd û Baneyê birîndar bûne.

- Hejmara herî zêde ji kolberên ku li sînorên bajarê Baneyê bûne qurbanî, 23 halet in.

- Herî zêde kolber li sînorên parêzgeha Sine bûne qurbanî ku 43 halet beranberî %73 ji tevahiya haletan pêk tîne.

Beşa 9

Kuştina 207 jin di sala 2025an de

Li gorî daneyên Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di sala 2025an de, kuştina herî kêm 207 jinan li Îranê hatiye tomarkirin. Ji vê hejmarê, 31 halet (%14.5) bi hênceta eva ku bi "namûs"ê tê binavkirin, hatine kuştin.

Zanyariyên zêdetir:

- Herî kêm 13 jin ji ber redkirina daxwaza zewacê hatine kuştin.

- Herî kêm 10 jin ji ber daxwaza cudabûnê ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.

- Herî kêm 10 jinên qurbanî yên zarok-zewacê ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin.

- Herî kêm 7 jinên qurbaniyên zewaca bi zorê hatine kuştin.

Pêrista parêzgehên xwedî amara herî bilind a jinkujiyê:

Tehran: 32 halet

Parêzgehên Mazenderan, Kirmaşan, Xurasana Rezewî û Urmiye: Her yek 14 halet

Parêzgehên Tewrêz, Fars û Sîstan û Belûçistan: Her yek 11 halet

Parêzgehên Gîlan û Loristan: Her yek 10 halet

Parêzgeha Kirman: 7 halet

Parêzgehên Xûzistan û Elborz: Her yek 6 halet

Piraniya van kuştinan ji aliyê kesên herî nêzîkî xwe ve, wekî hevjîn, hevjînê berê, bav, bira, û endamên din ên malbatê hatine kirin.

Tomarkirina vê amarê di halekê de ye ku ji ber yasayên dijejin ên Komara Îslamî ya Îranê û herwiha hebûna mêrsalarî û namûsî di civaka Îranê de, beşeke berbiçav a jinkujiyan di rêza "amara veşartî" de ne. Li gorî standardên cîhanî, li her cihekî ku amara nerohniya dadwerî ya jinkujiyan hebe, karesateke mezintir diqewime.

Herwiha di nebûna mekanîzmayên yasayî de, tenê saziyên serbixwe ne ku dikarin amara jinkujiyan tomar bikin. Li piraniya deverên Îranê saziyên wiha nînin û ev bi xwe sedemek e ku li hinek deverên Îranê ti daneyeke amarî ya hûr derbarê jinkujiyan de tine ye.

Beşa 10

Rewşa civaka kêmîneyên zayendî:

Komara Îslamî ji bo pêwendiya di navbera hevzayendan de ji sizayê qamçiyan heta darvekirinê diyarî kiriye.

Gotara zayendî ya azadane ya kesên tirens bi sedema yasaya hîcaba bi zorê di sizayê îslamî de û diyarkirina cîhana dabeşkirî ya duzayendî û jêsitandina zayendê li Îranê wek tawan hatiye naskirin.

Neştergeriyên zayendî yên naskirî bi "guhertina zayendê", ji dîtingeha Komara Îslamî ve, ku di rastî de "piştrastkirin û lihevanîna zayendê" ye, bi standardên cîhanî re gelek navber heye û hê jî ji şêwazên îşkencegerî di van piroseyan de tê bikaranîn.

Ti amareke dirust derbarê rêjeya girtiyên vê beşa civakê li ber dest nîne.

Rewşa girtiyên tirens ên girtîgeha Evînê piştî veguhastina bo girtîgehên Qerçek û Şehrê Rey û vegera bo Evînê hê jî nezelal e.

Amareke hûr derbarê kuştina kesên kuîr (queer) ji ber meyla zayendî yan nasnameya zayendî li ber dest nîne ku ev bi xwe nîşana nerohniya Dezgeha Dadwerî ya Îranê û medyayê ye ku bi hevkariya saziya malbata mêr/baviksalar digel hikûmetê pêk tê.

Hengaw kariye di sala 2025an de bi lêkolîna li ser kuştina tirensekê li Şîrazê, aliyên karesatbar ên kuştina jineke tirens a bi navê "Sewgend Pakdil" tomar bike.

Beşa 11

Encam (Dawî):

Pêka amar û belgeyên binpêkirina sîstematîk a mafên mirovan li Îranê di sala 2025an de, Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê rewşa binpêkirina mafên mirovan li Îranê di şert û mercên niha de û bi taybetî piştî şerê Îran û Îsraîlê bi necihgir dinirxîne.

Kuştinên sîstematîk ên Komara Îslamî di vê salê de netenê zêde bûne, belkî ev amar ji amarên çend dehsalên dawî yên Komara Îslamî jî derbas bûne. Rewşa serkutan dijwartir bûye û tohmetên girêdayî "hevkariya digel Îsraîlê" zêde bûne.

Ji bilî hebûna amara veşartî derbarê jinkujiyan, amara tomarkirî li Hengawê di vê derbarê de dîsa jî rewşa hilkişînê di amara jinkujiyan de li gorî salên berê nîşan dide.

Herwiha Hengaw bi nirxandina hûr a daneyan û amara veşartî, rewşa serkuta kêmîneyên neteweyî/etnîkî, olî, zayendî û nasnameya zayendî bi necihgir dinirxîne.

Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê ji civaka Îran û cîhanê daxwaz dike, ku netenê sazûkarên taybet ji bo nirxandina hûr a zêdebûna ecêb a darvekirinan û serkutan li Îranê diyarî bikin, belkî bi girîngîdan bi rêkxirawnebûna stem û serkutê li Îranê li diî tex û qatên cuda, balê bidine rewşa nehevseng a serkuta kêmîne û komên perawêzxistî.

Source:

Di vî warî de zêde bixwînin