Di heyama 18 rojan de li girtîgehên Îranê 25 girtiyên Kurd hatine darvekirin

20 May 2024 08:40

Hengaw; Şemî 18ê Gulana 2024an

Di heyama 18 rojan de herî kêm sizayê darvekirina 25 girtiyên Kurd di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hejmara girtiyên Kurd ku li destpika îsal ve hatine darvekirin gihayê 72 kesan ku dike seda 31 girtiyên darvekirî li Îranê de.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama 18 rojên borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 25 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. 

Bi vê awahî hejmara girtiyên Kurd ku li destpêka sala 2024 an ve di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatine darvekirin gihaye 72 kesan ku ev yeke beranberî 31 ji sedî li hejmara giştî ya girtiyên ku  li destpêka îsal ve di Îranê de hatine darvekirin. 

Bi giştî ji 25 girtiyên ku di heyama 18 rojan  de hatine darvekirin, 2  girtî ji ber çalakiyên olî 5 girtî ji ber kuştina bi zanabûn 18 girti jî bi  tohmetên madên hişber ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi darvekirinê hatine sizadan.


Zêdetirîn girtî li girtîgeha navendi ya Urmiyê bi 9 haletan piştre girtigeha Qizilhisarê bi 7 haltan, girtîgehên Kirmaşan, Îlam û Selmas her yê bi 2 haletan û girtîghên Miyanduav,Şîraz û Îsfehan de her yek bi haletekê darvekirin hatine tomarkirinû.


Di vî warî de zêde bixwînin