Di meha Nîsana 2024an de 37 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

01 May 2024 22:49

Hengaw; Çarşemî 1ê Gulana 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Nîsana 2024an de, aliyê kêm 37 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 92 ji sedî ya tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî. Ev amare pêka meha Adara 2024an 54 halet beranberî 59 ji sedî kêm kiriye.

Pêka vê raporê, 4 kolber hatine kuştin û 33 kolber jî birîndar bûne. Herwisa di vê heyamê de sê kolberên nûciwan ên bi navê Parsa Husênî û Sehend herdu 16 salî û xelkê Pawê û Mahan Muradî yê 17 salî û xelkê Ciwanroyê bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê hatine kuştin.

Mêhrdad Ebdulahzade yê xelkê Serdeştê, Umîd Seyîdî yê xelkê Sinê, Seywan Destefken yê xelkê Merîwanê û Şiwane Ehmedpûr yê xelkê Banê, çar kolber in ku di meha Nîsanê de bi teqeya rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê canê xwe ji dest dane.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 20 halet li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.

 

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 34 kes (4 hatine kuştin û 30 kes jî birîndar bûne) beranberî 99 ji sedî ji gelempera haletan.

Ketin ji bilindahiyan ve: 3 kes (3 birîndarbûyî) beranberî 8 ji sedî ji gelempera haletan.

 

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 16 kes ku pêk hatine ji (16 birîndarbûyî).

Parêzgeha Sine: 20 kes ku pêk hatine ji (3 kuştî û 17 birîndarbûyî)

Parêzgeha Urmiyê: 1 kes ku pêk hatiye ji (1 kuştî)

 


Di vî warî de zêde bixwînin