Di meha Adara 2024an de 91 kolber hatine kuştin û birîndarkirin

02 April 2024 11:07

Hengaw; Sêşemî 2ê Nîsana 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Çileya 2024an de aliyê kêm 91 kolber li ser sînorên Kurdistanê hatine kuştin û birîndarkirin ku 66 ji sedî ya tevahiya van haletan bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê bûne qurbanî. Ev amare pêka meha Şibata 2024an 24 halet beranberî 36 ji sedî zêde kiriye.

Pêka vê raporê, 13 kolber û kasibkar hatine kuştin û 78 kolber jî birîndar bûne. Herwisa di vê heyamê de kolberek nûciwan ê xelkê Dîwanderê bi navê Hestiyar Ebdulkerîmî ji ber sir û seqemê canê xwe ji dest da û 5 kolberên nûciwan jî bi gullereşandina rasterast a hêzên leşkerî yên Komara Îslamî ya Îranê li ser sînorên Bane, Newsûd, Seqiz û Merîwanê hatine birîndarkirin.

Zêdetirîn kolberên ku bûne qurbanî bi 44 kesan li ser sînorê parêzgeha Sinê hatiye tomarkirin.

 

Sedema mirin yan birîndarbûn:

Gullereşandina rasterast: 60 kes (4 hatine kuştin û 56 kes jî birîndar bûne) beranberî 66 ji sedî ji gelempera haletan.
Ketin ji bilindahiyan ve: 16 kes (4 kuştî û 12 birîndarbûyî) beranberî 17.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Sirlêdan: 2 kes (2 kuştî) beranberî 2 ji sedî ji gelempera haletan.
Teqîna mînê: 4 kes (4 birîndarbûyî) beranberî 4.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Bûyera hatin û çûnê: 3 kes (2 kuştî û 1 birîndarbûyî) beranberî 3.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Rawestana dil: 1 kes (1 kuştî) beranberî 1 ji sedî ji gelempera haletan.
Lêdan û kutan ji aliyê hêzên leşkerî ve: 4 kes (4 birîndarbûyî) beranberî 4.5 ji sedî ji gelempera haletan.
Firedana keviran ji aliyê hêzên hikûmetê ve: 1 kes (1 birîndarbûyî) beranberî 1 ji sedî ji gelempera haletan.

 

Cudakirina qurbaniyan pêka parêzgehan:

Parêzgeha Kirmaşanê: 42 kes ku pêk hatine ji (3 kuştî û 39 birîndar).
Parêzgeha Sine: 44 kes ku pêk hatine ji (7 kuştî û 37 birîndar)
Parêzgeha Urmiyê: 5 kes ku pêk hatine ji (3 kuştî û 2 birîndar)

 


Di vî warî de zêde bixwînin