Rapora mehan ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îran li Şibata 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî y

04 March 2024 13:57

Hengaw; Duşemî 4ê Adara 2024an

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Şibata 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina jinekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Herwisa 9 çalakvanên jin hatine girtin û 9 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 20 haletên xwekujiya jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî de (meha Şibata 2024an) aliyê kêm sizayê darvekirina jinekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Sala borî jî 22 jin li Îranê hatibûne darvekirin.

Li gorî vê raporê, roja 21ê Çileya 2023an, sizayê darvekirina jineke xelka bajarê Tewrêzê ya bi navê “Hacer Etabekî” ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi damê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Qezwînê bi rê ve çû. Birêveçûna sizayê darvekirina vê girtiyê piştî aliyê kêm mehekê û di meha Şibatê de hate medyayîkirin.

Li gorî yasayên desthilatdarî li Komara Îslamî di derbarê jinan de, jin li Îranê netenê xwediyê ti cure yasayên parastinê yên girêdayî tundûtîjiya nav malbatê nînin, belkî xudê nivîsa yasayê çarçoveya hemû cureyên tundûtîjiyê ji wan tundûtîjiyên fîzîkî, laşî, aborî û derûnî ya li ser jinê çê kiriye.

 

Girtina 9 jinan di meha Şibata 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Şibata 2024an de, aliyê kêm 9 çalakvanên jinan û çalakvaneke civaka “Keskesorê” (LGBT) di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin. Herwisa rojnamevanek di nav jinên hatinî girtin de heye û 7 kes ji girtiyan ji bo derbaskirina qonaxa sizayê girtîgehê bi girtîgehê hatine sizadan.

Nesrîn Husênî ji Bêcnûrdê, Jîla Hêjberî ji Merîwanê, A. Narûyî ji Zahidanê, Nûşîn Mesbah ji Meşhedê, Mîna Karmî ji Şîrazê, Roya Sabit ji Şîrazê, Reofê Mîrbagirî ji Ramser, Nahîd Xudacû ji Tehranê û Sarîna Cehanî ji Şîrazê, ji wan jinan in ku di meha Şibatê de hatibûn girtin.

Herwisa Îlham Çûbdar ya çalakvana civaka “Keskesor” (LGBT) ya xelkba bajarê Urmiyê bo birêvebirina sizayê girtîgehê bo girtîgeha navendî ya vî bajarî hatiye veguhastin.

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata 2024an de, herî kêm 9 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ji wan Ferûx Teqîpûr û Merziye Farsî du girtiyên siyasî li girtîgeha Êvînê bi girtîgehê hatine sizadan.

Pêka vê raporê, ev 9 çalakvanane bi giştî bi 44 sal girtîgehê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve hatine sizadan.

1- Semîra Ehmedî ya çalakvana Kurd a xelka Seqizê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

2- Fatime Şîxî ya çalakvana Kurd û xelka Avdananê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

3- Ferûx Teqîpûr ya xelka Tehranê bi 15 sal girtîgehê hatiye sizadan.

4- Merziye Farsî ya çalakvana xelka Tehranê bi 15 sal girtîgehê hatiye sizadan.

5- Nergis Mensûrî ya çalakvana xelka Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

6- Şekîla Monferd ya çalakvana xelka Tehranê bi 15 meh girtîgehê hatiye sizadan.

7- Seba Azerpeyk ya rojnamevana xelka Tehranê bi 3 sal girtîgehê hatiye sizadan.

8- Kîmiya Fethîzad ya rojnamevana xelka Sîrcanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.

9- Sarîna Cehanî ya çalakvana xelka Şehriyarê bi 2 sal û 3 meh girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Tomarkirina 20 halek ji jinkujiyê di meha Şibatê de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Şibata 2024an de, aliyê kêm 20 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku 16 ji wan ji aliyê kesên nêzî xwe ve ji wan hevjîn, kur û birayên xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 9 jin ji aliyê mêrê xwe û mêrên xwe yên berê ve hatine kuştin, 7 jin ji aliyê kesên nêzî malbata xwe û 4 jinên dinê jî ji aliyê kesên dinê ve hatine kuştin.

Pêka vê raporê, aliyê kêm 4 jin beranberî 20 ji sedî jinên hatinî kuştin ji ber pirsgirêkên namûsî bûne.

 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Tehran: 9 halet

Parêzgeha Îsfehan: 2 halet

Parêzgeha Farsê: 2 halet

Parêzgeha Loristanê: 2 halet

Parêzgeha Elborz, Xurasana Rezewî, Xûsistan, Gîlan û Mazenderan: Her yek ji wan 1 halet

 

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêralarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin