Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Adara 2024an de

06 April 2024 11:02

Hengaw; Şemî   6ê Nîsana 2024an

 

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Adara 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina jinekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Herwisa 7 çalakvanên jin hatine girtin û 13 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 13 haletên xwekujiya jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî de (meha Adara 2024an) aliyê kêm sizayê darvekirina jinekê di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Sala borî jî 22 jin li Îranê hatibûne darvekirin.
Li gorî vê raporê, roja 21ê Adara 2024an, sizayê darvekirina jineke xelka bajarê Celfa ku berê bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber bi îdamê hatibû sizadan, li girtîgeha navendî ya Tewrêzê bi rê ve çû. Ev jine bi hejînê xwe re hatiye darvekirin û nasnameya wê ji aliyê Hengawê ve di halê lêkolînê de ye.
Li gorî yasayên desthilatdarî li Komara Îslamî di derbarê jinan de, jin li Îranê netenê xwediyê ti cure yasayên parastinê yên girêdayî tundûtîjiya nav malbatê nînin, belkî xudê nivîsa yasayê çarçoveya hemû cureyên tundûtîjiyê ji wan tundûtîjiyên fîzîkî, laşî, aborî û derûnî ya li ser jinê çê kiriye.

 

Girtina 7 jinan di meha Adara 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Adara 2024an de, aliyê kêm 7 çalakvanên jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku bernberî 10.5 ji sedî ji gelempera tevahiya hevwelatiyên girtî li vê mehê ye û nasnameya wan wiha ye:

Meryem Sedat Yehîwî ji Tehranê
Avare Heyderî ji Paweyê
Merziye Xelîlî ji Îsfehanê
Sidîqe Wesmegî ji Tehranê
Bita Resûlî ji Lahîcanê
Lale Saetî ji Tehranê
Hestî Taliteleb ji Meşhedê

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Adara 2024an de, herî kêm 13 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ji wan 10 çalakvanên mafê jinan li Gîlanê bi girtîgehê hatine sizadan.
Pêka vê raporê, ev 13 çalakvanane bi giştî bi 63 sal û 3 meh girtîgehê ji aliyê Dezgeha Dadwerî ve hatine sizadan.

Nasnameya wan wiha ye:

1- Meryem Ebasî Nîko ji bajarê Necefabada Îsfehanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
2- Şebnem Tebiyaniyan welatiya Behayî ya xelka Sêmnanê bi 6 meh girtîgehê hatiye sizadan.
3- Lale Saetî ya ol guhera Xirîstan ji Tehranê bi 2 sal bi girtîgehê hatiye sizadan.
4- Zohre Dadres a çalakvana xelka Reştê bi 9 sal û 6 meh û 2 roj girtîgehê hatiye sizadan
5- Yasmîn Heşderî, çalakvana bajarê Bender Enzelî, bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
6- Şiwa Şah Siyah, çalakvana Lahîcanê, bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
7- Nagîn Rezayî a çalakvana Fûmenî bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
8- Ferûx Semî`iniya a çalakvana xelka Reştê, bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
9- Sara Cehanî çalakvana xelkê Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj zîndan hatiye mehkûmkirin.
10- Azadê Çawûşiyan ya çalakvana Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
11- Zehra Dadres ya çalakvana xelka Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 girtîgehê hatiye sizadan.
12- Metîn Yezdanî ya çalakvana xelka Reştê bi 6 sal û 2 meh û 17 roj girtîgehê hatiye sizadan.
13- Cilwê Cewahirî ya çalakvana xelka Reştê bi 1 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Tomarkirina 13 halek ji jinkujiyê di meha Adara 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Adara 2024an de, aliyê kêm 13 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku 12 ji wan ji aliyê kesên nêzî xwe ve ji wan hevjîn, kur û birayên xwe hatine kuştin.
 

Pêka vê raporê, 6 jin ji aliyê mêrê xwe û 4 jin ji aliyê mêrên xwe yên berê ve, jinek ji aliyê zawayê malbatê ve û jinek bi destê kurê xwe û jinek jî

bi destê zilamek nediyar hatiye kuştin.
Pêka vê raporê, aliyê kêm 10 jinên hatinî kuştin ji ber pirsgirêkên namûsî bûne.
 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Kirmaşan: 3 halet
Parêzgeha Tewrêz: 2 halet
Parêzgeha Urmiye: 2 halet
Parêzgeha Tehran: 2 halet
Parêzgeha Xurasana Rezewî: 2 halet
Parêzgeha Xurasana Bakurî: 1 halet
Parêzgeha Mazenderan: 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêralarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin