Di meha Nîsana 2024an de aliyê kêm 77 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

04 May 2024 08:52

 

Hengaw; Şemî 4ê Gulana 2024an

Di heyama meha borî de aliyê kêm sizayê darvekirina 77 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî ku 18 girtî hatibûne darvekirin 59 girtî beranberî 328 ji sedî zêde kiriye.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Nîsana 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 77 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 75 kes ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Li gorî vê raporê, di heyama meha Nîsana 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 18 girtiyên Belûç, 10 girtiyên Kurd, 7 girtiyên Turk û 11 hevwelatiyên Efxanistanê li girtîgehên Îranê bi rê ve çûye.

Di meha borî de, du jin yên bi navên Mercan Hacîzade ya xelka Şahîndijê û Seriya Mihemedî ya xelka Pakdeştê li girtîgeha Qizilhesarê û jinek Belûç li girtîgeha Bîrcendê hatine darvekirin.

Zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Xurasana Rezewî bi 16 haletan hatine darvekirin. Parêzgeha Elborzê 13 halet, Îsfehan 7 halet, Kirman 6 halet û parêzgeha Tewrzêzê 5 halet û parêzgeha Fars û Xurasana Başûr her yek bi 4 haletan di rêzbendên dinê de cih girtine. Di girtîgehên Loristan û Merkezî de her yek 3 girtî û li girtîgehên Kirmaşan, Sîstan Belûçistan, Zencan, Gulistan û Hormozgan her yek bi 2 haletan û herwisa di girtîgehên parêzgeha Urmiye, Erdebîl, Xûzistan, Qum, Sine, Gîlan û Hemedanê de her yek haleteke darvekirinê hatine tomarkirin.

Bi giştî ji 77 girtiyên ku di meha Nîsana 2024an de hatine darvekirin, tenê 4 kes beranberî 5 ji sedî di medyayên fermî yên Îranê û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha Nîsanê de girtiyek olî hatiye darvekirin û piraniya darvekirinan bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber ku 52 halet beranberî 67.5 ji sedî ji tevahiya haletan in, bûne.

Tohmetdar bi kuştina bi zanebûn: 26 halet
Tohmetdar bi madên hişber: 50 halet
Destirêjiya bi zorê: 1 halet

 


Di vî warî de zêde bixwînin