Rapora mehane ya Hengawê derbarê binpêkariyên mafê jinan li Îranê di Nîsana 2024an de

06 May 2024 19:14

Hengaw; Duşemî 6ê Gulana 2024n

Pêka belge û amarên ku di Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê de hatine tomarkirin, di heyama meha Nîsana 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 3 jinan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Herwisa 15 çalakvanên jin hatine girtin û 5 çalakvanên jin jî, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Îranê ve bi girtîgehê hatine sizadan. Di meha borî de aliyê kêm 17 haletên jinkujiya jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine tomarkirin.

 

Birêveçûna sizayê darvekirina jinan di Îranê de

Di meha borî de (meha Nîsana 2024an) aliyê kêm sizayê darvekirina 3 jinan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Sala borî jî 22 jin li Îranê hatibûne darvekirin.

Li gorî vê raporê, Mercan Hacîzade ya xelka Sayînqela (Şahîndij) bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha Zencanê, jinek Belûç ku nasnameya wê heya niha nehatiye eşkerekirin, bi tohmeta pêwendîdar bi madên hişber li girtîgeha Bîrcendê û Seriya Mihemedî ya xelka Pakdeştê bi tohmeta kuştina bi zanebûn li girtîgeha Qizilhesara Kerecê hatibûne darvekirin.

 

Girtina 15 jinan di meha Nîsana 2024an de

Pêka belge û amara Hengawê, di heyama meha Nîsana 2024an de, aliyê kêm 15 çalakvanên jinan di bajarên cuda yên Îranê de hatine girtin ku bernberî 11.2 ji sedî ji gelempera tevahiya hevwelatiyên girtî li vê mehê ye û nasnameya wan wiha ye:

Tehran; Samane Esxerî, Hestî Emîrî, Nefîse Letîfiyan, Nigar Abidzade, Atêna Ferqdanî, Dîna Qalîbaf, Ayda Şakeremî û Mîna Xwacî Qewmî.
Fûmen; Meryem Besîrtiwana û Mehsa Besîrtiwana
Giyelan; Xedîce Mehdîpûr
Meşhed; Hestî Tali`iteleb
Îsfahan; Fehîme Sultanî
Kerec; Perîsa Salihî
Ehwaz; Meryem Zelkî

 

Derçûna sizayê girtîgehê ji bo çalakvanên jin

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Nîsana 2024an de, herî kêm 5 çalakvanên jin li bajarên cuda yên Îranê ji wan Soma Pûrmihemedî ji mamosteyên zimanê Kurd bi girtîgehê hatine sizadan.

Pêka vê raporê, ew pênc çalakvanên jinan ku li jêrîn navê wan hatiye, ji aliyê Dezgeha Dadwerî ya Komara Îslamî ya Îranê ve bi giştî bi 27 sal girtîgehê hatine sizadan û navê wan bi vî rengî ye:

1- Şekîba Yezdanî ji bajarê Sebzewarê bi salek girtîgehê hatiye sizadan.
2- Perwîn Mîrasan ji bajarê Şîrazê bi 4 sal girtîgehê hatiye sizadan.
3- Erxewan Felahî ya xelka Şîrazê bi 2 sal girtîgehê hatiye sizadan.
4- Soma Pûrmihemedî ji Sinê bi 11 sal girtîgehê hatiye sizadan.
5- Ferehnaz Nîkxo ji Tehranê bi 10 sal girtîgehê hatiye sizadan.

Girtina jinan û sizadana jinan proseyeke adetî ya cudaxwaziyê di Komara Îslamî de ye. Di meşa tevgera Jin Jiyan Azadî de, zextên li ser jinên têkoşer zêdetir bû. Komara Îslamî bi awayekî rêkxistinî, ji rojên destpêka hatina ser kar ve hewl daye ku qada xebata civakî, siyasî û mafê mirovî ji jinan re teng bike. Siyasetên cudakirina zayendî û herwiha perwazêzxistina tevahiya civaka kêmîneyên regezî û zayendî bi rêya tawanbarkirina nasnameya wan ve, yek ji siyasetên cidî yên apartayda zayendî li Îranê ye.

 

Tomarkirina 17 haletên jinkujiyê di meha Nîsana 2024an de

Pêka amarên tomarkirî li Navenda Amar û Belgeyan a Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê, di heyama meha Nîsana 2024an de, aliyê kêm 17 jin di bajarên cuda yên Îranê de hatine kuştin ku 13 ji wan ji aliyê kesên nêzî xwe ve ji wan hevjîn, kur û birayên xwe hatine kuştin.

Pêka vê raporê, 8 jin ji aliyê mêrê xwe û 1 jin ji aliyê mêrên xwe yên berê ve, 3 jin ji aliyê birayê xwe ve û jinek bi destê kurê xwe û 6 jin jî bi destê zilamên nediyar hatine kuştin.

Pêka vê raporê, ji gelempera 17 haletên jinkujiyê, aliyê kêm 3 jin ji ber pirsgirêkên namûsî bûne, 9 jin ji ber pirsgirêgên malbatî, 3 jin ji ber pirsgirêkên madî û haletên dinê yên jinkujiyê nexuya ne.

 

Cudakirina kuştina jinan li gorî parêzgehan

Parêzgeha Xurasana Rezewî: 4 halet
Parêzgeha Tehran: 4 halet
Parêzgeha Îsfehan: 2 halet
Parêzgeha Tewrêz: 1 halet
Parêzgeha Xûzistan: 1 halet
Parêzgeha Sîstan û Belûçistan: 1 halet
Parêzgeha Gîlan: 1 halet
Parêzgeha Fars: 1 halet
Parêzgeha Merkezî: 1 halet
Parêzgeha Loristan: 1 halet

Jinkujî di civakê de asta herî serê ya dijejinî û mêralarî ye. Kuştinên ku ji ber kuştinên namûsê têne hesibandin, tenê beşek ji kuştina jinan tê hesibandin. Di civakan de koka sereke ya jinkujiyê dîrok, têkilî û zagonên mêrsalarî û dijejinî ne. Li gorî raporên Mafê Mirovî yên Hengawê, tenê di sala borî de li Îranê 122 bûyerên kuştina jinan hatine tomarkirin û beşeke mezin ji wan cinayetane ji aliyê endamên nêzîkî malbata jinê ve hatine kirin.


Di vî warî de zêde bixwînin