Di meha Gulana 2024an de aliyê kêm 67 girtî li girtîgehên Îranê hatine darvekirin

01 June 2024 23:23

Hengaw; Şemî 1ê Hezîrana 2024an

Di heyama Gulanê de aliyê kêm sizayê darvekirina 67 girtiyan di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de bi rê ve çûye. Ev amare pêka meha borî (Nîsan) ku 77 girtî hatibûne darvekirin 10 girtî beranberî 13 ji sedî kêm kiriye.

Pêka amar û belgeyên ku li Navenda Amarî ya Saziya Mafê Mirovî ya Hengawê hatine tomarkirin, di heyama meha Gulana 2024an de aliyê kêm sizayê darvekirina 67 girtiyan di girtîgehên Îranê de bi rê ve çûye. Hêjayî gotinê ye ku nasnameya 66 kes ji van girtiyan ji bo Hengawê hatiye eşkerekirin.

Li gorî vê raporê, di heyama meha Gulana 2024an de, aliyê kêm sizayê darvekirina 25 girtiyên Kurd di girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê de hatiye birêvebirin ku beranberî 37 ji sedî ji gelempera haletan e. Herwisa di vê mehê de 15 girtiyên Turk û 3 girtiyên Belûç û 3 hevwelatiyên Efxanistanê li girtîgehên Îranê hatine darvekirin.

Di meha Gulanê de du girtiyên siyasî û olî yên Kurd yên bi navên Xusrew Beşaret û Enwer Xizrî li girtîgeha Qizilhesarê hatine darvekirin. Herwisa sizayê darvekirina zarokek tawanbar ê Kurd û xelkê Miyanduavê yê bi navê Ramîn Seadet li girtîgeha navendî ya vî bajarî bi rê ve çû.

Di meha borî de, aliyê kêm 4 jin li girtîgehên Komara Îslamî ya Îranê hatine darvekirin. Ferîba Mihemedzehî ya xelka Zahidanê li girtîgeha Kirmanê, Raziye ya xelka Meşhedê li girtîgeha Wekîlava ya Meşhedê, Perwîn Mûsewî ya xelka Meraxê li girtîgeha Urmiyê û Fatime Ebdulahpûr a xelka Nîşabûrê li girtîgeha navendî ya Nîşabûrê ji van jinan in ku di meha borî de hatine darvekirin.

Zêdetirîn girtî li girtîgehên parêzgeha Urmiyê bi 13 haletan hatine darvekirin. Parêzgeha Elborzê 10 halet, Îsfehan 7 halet, Fars 6 halet û parêzgehên Kirman û Tewrêzê her yek ji wan 5 halet di rêzbendên dinê de cih girtine. Di girtîgehên parêzgeha Erdebîl û Qumê de her yek 4 girtî û li girtîgehên Îlam, Xurasana Rezewî, Zencan û Gulistan her yek bi 2 haletan û herwisa di girtîgehên parêzgeha Kirmaşan û Simnanê de her yek haleteke darvekirinê hatine tomarkirin.

Hêjayê gotinê ye ku, ji 67 girtiyên ku di meha Gulana 2024an de hatine darvekirin, tenê 3 kes beranberî 4.5 ji sedî di medyayên fermî yên Îranê û malperên girêdayî Dezgeha Dadwerî de hatine belavkirin.

 

Cudakirin li gorî tohmetan

Di meha Gulanê de du girtiyên olî hatine darvekirin û piraniya darvekirinan bi tohmetên pêwendîdar bi madên hişber bûne ku 38 halet beranberî 56.5 ji sedî ji tevahiya haletan in.

Siyasî û olî: 2 halet
Tohmetdar bi kuştina bi zanebûn: 26 halet
Tohmetdar bi madên hişber: 38 halet
Destirêjiya bi zorê: 1 halet


Di vî warî de zêde bixwînin